TIHV bang li hemû alîyên siyasî kir ‘Bila vê carê mafên mirov bi serkeve’

TIHV bang li hemû alîyên siyasî kir ‘Bila vê carê mafên mirov bi serkeve’
TIHV bang li hemû alîyên siyasî kir ‘Bila vê carê mafên mirov bi serkeve’
Botan Times
  • 3 Mayıs 2023 12:33

Weqfa Mafên Mirov a Tirkîyeyê (TIHV), bang li hemû alîyên siyasî kir ku mafên mirovan biparêzin.

TIHVê berî hilbijartinên 14ê Gulanê bi sernavê “Bila vê carê mafên mirov bi serkeve” vîdeoyek belav kiriye. Di vîdeo da daxwazek hemû aliyên siyasî kiriye ku bila ew mafên mirovan biparêzin.

Mafên mirovan biparêze. Tenê ne ji bo kesên hilbijartî, ji bo hemû kesan bi awayekî rûmeta mirovî garantiya jiyana azad û wekhev e. Tenê ne bo kesên xwedî hêz girîngiyê bi soz û biryarên hemû kesan dide. Li pêş yasayê hemû kesan wekhev dike.

Mafên mirov dewlemend dike. Bê cudakarî ji bo ku hemû kes bi rengê xwe bê nasîn, astengiyan radike. Mafên mirov diguhere, mafên mirov baştir dike. Mirov bi mafên xwe dikare bo xwe û bo hemû kesan, bo xwezayê tiştê herî baş bike. Ji be vê yekê eger mafên mirov nebin, demokrasî nabe. Em bang li hemû aktorên siyasî û civakî dikin. Mafên mirov biparêzin. Mafê parastina mafên mirov biparêzin. Bila vê carê mafên mirov bi serkeve. Bila vê carê mafên mirov zêde bibin.

Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV)