Hejmara 16an ya kovara The Hall Kurdî derketiye

Hejmara 16an ya kovara The Hall Kurdî derketiye
Hejmara 16an ya kovara The Hall Kurdî derketiye
Botan Times
  • 11 Nisan 2023 07:37

Hejmara 16an ya kovara The Hall Kurdî derketiye.

Kovarê di malpera xwe da bi sernîvîsa “The Hall Kurdî Nîsan 2023 di bergê xwe da cî daye du mûzîkjenên kurd ên Rojavayî” hejmara xwe ya nû ragihandiye.

Sernivîsa kovarê ya meha Nîsanê “Ganî Mîrzo û Ferhad Feyssal – Du Muzîkjenên Rojavayî Li Londonê Konsert Da” ye.

Hûnermend Ganî Mîrzo û stranbêj Ferhad Feyssal di çarçoveya Difference Festîvalê de li Zanîngeha Wesminsterê bi hev re konserek da. Me bi her du mûzîkjenên kurd re hevpeyvîn kir. Ganî Mîrzo li Şingalê dibistaneke mûzîkê vekiriye û niha bi sedan mûzîkjen digihîne. Herwiha bi wekfa xwe “Mîrzo Music Foundation” ji bo vê dibistanê xebatên alîkariyê didomîne. Ferhad Feyssal jî hairiya albûma xwe dike. Koma wan Danûk dû yekemîn albûma xwe “Morîk” di meha Gulanê de derxe. Têde wê stranên kevn yên kurdî ku di arşîvên li Îngilîstanê de berhevkirine cara yekem dê bên bidengkirin.

The Hall Kurdî

Di kovarê da êdî beşa danasîna pirtûkan jî heye.

Êdî di kovara me de beşa danasîna pirtûkan heye û di her hejmarê de mamosteyê felsefeyê Faîk Ocal ji me re pirtûkek bide naskirin. Pirtûka vê hemarê romana Gulistan Çobanê Şebçirax e. Mijara Romanê jî jiyana Melayê Cizîrî ye.

The Hall Kurdî

E-Kovarê cara ewil di 2022an da li Londonê dest bi weşanê kiribû.