16emîn hejmara kovara Zaremayê derketiye. Kovara Zaremayê 4 mehên carekê diweşe, hejmara 16an jî ya mehên Sibat, Adar, Nîsan û Gulanê ye. Weşangerî û belavkirina kovarê ji hêla weşanên Avestayê ve tê kirin. Naveroka hejmara 16an wiha hatiye aşkerekirin:

Nivîsa edîtorî/ê ya vê hejmarê wiha ye û pirrtir agahî tê de hene:

Zarema bi hejmara 16mîn, bi dosyayeke nû ya li ser “neteweperwerî”yê li ber destê we ye. Em kurd, wek neteweyeke ku bi sînorên çar dewletan hatiye parçekirin û bêhizûriya xwe her dem bi rê û rêbazên cuda îfade kiriye, hê jî teoriyek me, lîteraturek me tuneye derbarê neteweperweriyê de. Lîteratur û teorî li aliyekî, em hê peyva “neteweperwerî”yê nikarin bi rihetî û bi serbilindî bi lêv bikin. Em fedî dikin an xwe sûcdar hîs dikin û dikevin nav hewldana xwe-parastinê dema hewl didin bi erênî behsa neteweperweriyê bikin, heta nikarin bi hêsanî hestên xwe yî neteweperwer îfade bikin. Bi giştî, îmaja fikra neteweperweriyê li nav me xirab û bêrûmet e. Ji dem û mekanê bêpar, bê peywendeke dîrokî tê nîqaşkirin —sedemên vê rewşê bi xwe mijareke dosyeyeke din e. Li nav me pir kêm hewldan çêbûne ku di nav peywendeke dîrokî de fikra neteweperweriyê bê famkirin, şîrovekirin û li gor şert û mercên xwe tiştekî lê zêde bikin. Ev dosye hewldaneke piçûk a destpêkê ye ku fikra neteweperweriyê têkeve rojeva xwînerên kurd; em bikaribin bêtir li ser bifikirin û bipeyivin; ew îmaja neyênî bê hilweşandin. Û belkî, an hêvî ew e ku bal bê kişandin ser grîngiya fikra neteweperweriyê û êdî hin sazî çêbibin ku xebatên di vî warî de bi awayekî kolektîf, bi hişmendiyeke sazûmanî bên meşandin û berfirehkirin. 

Me xwest bi nivîseke derheqê têgehên dewlet, netewe û neteweperweriyê de a Walker Connor dest pê bikin. Connor di nivîsa xwe de balê dikşîne ku her çiqas dewlet û netewe du peyvên ji hev pir cuda bin jî, çawa bi rihetî û bi berbelavî li şûna hev tên bikaranîn. Girêdayî vê emilandina şaş, netewe-dewlet û neteweperwerî ji maneyên xwe dûr ketine an maneyên din lê hatine barkirin. Fexriya Adsay ji vê nivîsa Connor îstifade dike û hewl dide neteweperweriya kurdî pênase dike. Dû re, hin argumanên li dijî neteweperweriya kurdî ku herî kêm di bîst salên dawî de siyaseta kurdî bi xwe belav kiriye, nîqaş dike. Cengizhan Kaptan, bi riya diyalektîka Hegel a efendî-kole, ji bo neteweyeke mîna kurdan grîngî û hewcedariya dewletbûn û neteweperweriyê vedibêje. Kamal Soleimani behsa têkiliya neteweperwerî û îslamîzmê dike û wê baweriya ku îslamîzm îdeolojiyeke ne-neteweperwer e, hewîner e û hemû umeta îslamê dixe nav xwe hildiweşîne. Diyax Polat, wek şoreşgerekî kurd ê marksîst ê salên 1970yî qala fehma nifşê xwe yî derbarê neteweperweriyê ya wan salan dike. Nivîsa Polat, bi me dide zanîn ka eslê fehma dij-neteweperweriya wan salan kaniya xwe di ku de dîtiye.

Lina Sunseri, wek nîv-aborijineke kanadayî vedibêje ka çima feminîzm û neteweperwerî ne li dijî hev in û di têkoşîna rizgariya gelên aborijîn de grîngiya bihevrebûna feminîzm û neteweperweriyê berpêş dike. Nivîsa Ruth Halperin-Kaddari û Yaacov Yadgar yek ji wan mînakan e ku feminîzm di nav neteweperweriyeke ku xwe dispêre dîn û baweriyeke hevpar jî dikare riyekê bibîne û mafên xwe biparêze bêyî ku wê red bike an derkeve derveyî wê. Rezan Abdollah bi awayekî giştî li dij derdikeve ku fikra netewebûnê rê digre ku jin û mêr wekhev bin an netewebûn di aleyhê mafên jinan de dişixule. Rojda Yaşîk pêşî pênaseya xwe ya neteweperweriyê dike û îdia dike ku mafên jinên welatekî mêtingehkirî di nav gotareke neteweperwer de dikare bê parastin an bidestxistin. Bi taybetî, li bakur, ji dêvla feminîzmeke bi tevkariya jinên tirk re, jinên kurd di nav neteweya xwe de bi gotareke  feminîst, lê li hemberî tirkan jî bi feminîzmeke neteweperwer dikare xwe rizgar bikin.

Mutlu Can balê dikşîne ser mijareke aktuel, meseleya “zazatiyê” ku tê îdiakirin zaza ne-kurd in, neteweyeke cuda ne. Can bi taybetî bal dikşîne ser teşwîq û sponsoriya dewletê ji bo komele û saziyên ku xizmeta vê armancê dikin. Serdar Şengül di ser Spanyaya dawiya sedsala 15mîn û sedsala 16mîn û mêtingeriya wê ya li Amerîkaya Latîn re têkiliya ziman, çand, mêtingerî û tehekumê dike. Meseleya zimên bi mêtingeriya tirkan ve girê dide û dike ku em bi riwangeyeke gelekî firehtir binêrin li zimên. Nivîsa Şengül behsa neteweperweriyê neke jî, miameleya Spanyaya mêtinger a bi ziman û çanda xwecihan re û encamên wê dikare di nav peywenda miameleya Komara Tirkiyeyê neteweperweriya kurdî de bê şîrovekirin; miameleya Komara Tirkiyeyê ya bi zimanê kurdî tîne bîra me. Nivîsa Newzad Valêrî ku li derveyî dosyayê ye li ser cureyên edebiyata devkî û anonîm a kirmanckî ye. 

Me hewl da derbarê neteweperweriya modern û îroya xwe de bifikirin û fikrên xwe îfade bikin. Em neketin dû dîroka qedîm û neketin dû dîrok û teoriya neteweperweriyê bi xwe jî. Ji ber ku axaftin û fikirîna li ser dîrokê û dîroka teoriya neteweperweriyê bi nisbet rihettir û bi konfortir e ji fikirîna li ser îro. Helbet nabe dîrok bê piştguhkirin lê ger em bi riwangeyeke neteweperwer dîrokê nexwînin dikare riyên şaş jî veke li ber me. Hewcedariya me herî zêde ew e ku em li rewşa niha binêrin û li ser wê bifikirin, berê xwe bidin siberojê. Ji bo îro û siberojê fikra me çi be, ew nêrîna me ya li dîrokê jî diyar dike. 

Di berhevanîna nivîsên vê dosyeyê de, keda Suad Haymatlos divê neyê jibîrkirin. Her çiqas ber bi dawiyê ve jê vekişiyabe û nebiribe heta serî jî, di pratîkê de ew yek ji edîtorên vê dosyeyê ye. 

Divê ev jî bê diyarkirin ku di pêvajoya amadekirina vê dosyeyê de baştir zelal bû ku çiqas pêwîstî heye bi xebatên di warê neteweperweriyê de û çiqas mijar hene ku divê li ser bên nivîsandin, xebat li ser bê kirin û em ji çi û çi kêm mane/dimînin. Bêguman nivîsên di vê dosyeyê de hatine ber hev ancex bi qasî dilopekê bin lê, mixabin, yekem car e ku ev babet dibe mijara dosyayekê. Hêviyek din ew e ku bêtir kes û sazî berê xwe bidin mijara neteweperweriyê, dosyeyê di vî warî de pirtir bibin û fikra neteweperweriyê ber bi qadên cuda ve firehtir bikin. “

Naverok

Walker Connor: Kaosa Termînolojîk a Derbarê Têgehên DewletNetewe û Neteweperweriyê de

Fexriya Adsay: Neteweperweriya Kurdî û Hin Argumanên li Dijî Wê

Cengizhan Kaptan: Gelo Neteweperweriya Kurdî Bizirar e an Tenê Cureyeke Neteweperweriyê ye ku em Dibêjin Qey em Dizanin lê Nizanin?

Kamal Soleimani: Bandora Kolonyalizm û Neteweperweriyê li ser Hizra Islamî ya Modern

Diyax Polat: Îmtihana Marksîstên Kurd bi Neteweperweriyê re

Lina Sunseri: Ji Dijberiya Feminîzm û Neteweperweriyê Wêdetir Riwangeyeke Feminîst a Dij-Mêtinger li ser Têkoşîna Rizgariya Aborijînan

Ruth Halperin-Kaddari û Yaacov Yadgar: Di Navbera Feminîzma Gerdûnî û Neteweperweriya Ne-gerdûnî de: Siyaset, Dîn û (ne)Wekheviya Zayendên Civakî li Îsrailê

Rezan Abdollahi: Gelo Netewe û Jin Dijberên Hev in?

Rojda Yaşîk: Feminîzm û Neteweperwerî

Mutlu Can: Netewbîyayîşê Kurdan yo Ereymende û Yew Cereyano Viraşte yo ke vera ey Xebitnîyeno: Zazacitîye   

Serdar Şengül: Gramer û Agir: Du Hevrêyên Împeratoriyên Mêtinger

Newzad Valêrî: Edebiyatê Fekkî/Şarî û Şîîra Kirdkî ya Anonîme”