Di 24ê Sibatê de Rûsyayê êrîşa li ser Ûkraynayê da destpêkirin û êrîşa wê hîn berdewam e. Rûsyayê ewil bi êrîşa hewayî dest pê kir paşî di 25ê mehê de bi têketina sînoran bi tankan êrîş berdewam kir. Êrîş bi taybet li ser çend herêman û paytext Kîevê giran in. Rûsya dibêje ku armanca wan tenê cihê ‘eskerî ne û sîvîl di hedefa wan de nînin lê li hêleke din tê dîtin ku cîyên sîvîl jî tên rûxandin û heta niha gelek sîvîlan ji ber êrîşan jiyana xwe ji dest dane.
Ji hêleka din vê li Ûkraynayê rewşe derasayî hatîye îlankirin û gel hewl dide xwe di jêrzemîn û sitargehan de veşêrin. Lewra di van bajarên rewş girane de êdî leşkerên Rûs têketin û derketina bajaran girtine û êxistine bin kontrola xwe.
Li Amedê, li Kurdistanê, em derketin kolanan û me ji gel pirsî, gelo ew çi difikirin li ser êrîşa Rûsyayê a li ser Ûkraynayê. Amedîyan Rûsya neheq didîtin û digotin ku ew naxwazin ev neheqî li Ûkraynayê bê kirin.
Herweha gelekan ji wan îdîa dikirin ku ev jî yek ji lîstikên Emrîka û dewletên Ewropî ye û bizanebûn ev tişt tên kirin.
Hûn dikarin temamê roportajê temaşe bikin:
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.