Gelo Kizilay dikare konan bifroşe? li ser nîqaşan kî çi dibêje?

26/02/2023

Erdhêja Mereşê ku 40 hezar kesan canê xwe ji dest da bê îxmaliya rayedaran jî hedî hedî derdikeve holê.

Rojnameya Cumhurîyetê idda kir ku, saziya alîkariyê ya dewletê Kizilay di roja 3emîn ya erdhêjê de bi 46 milyon lîreyan konan firotiye komeleya AHBAPê.

Damezrînerê komeleyê Haluk Levent jgot,

Piştî lihevkirina bi Kizilay Çadır û Tekstil A.Ş re 2050 kon me kirî û ji bo mexduran me şandin herêma erdhejê.

Pîştî derket hole ku Kizilay Tekstil A.Ş ya li şûna konan bişînin herêma erdhejê firotiye ev jî bû sedema nerazîbûnan.

Serokê Kizilayê Kerem Kinik li ser mijarê dibêje;

“Hevkariya AHBAP û Kizilayê “exlaqî, aqilane û hiqûqî ye”.

Konan firotine Komeleya Dermanfiroşên Tirkiyeyê jî

Nîqaşa konên ku Kizilayê firotiye Komeleya Ahbapê dewam dike. Lê Komeleya Dermanfiroşên Tirkiyeyê (TEB) ragihand ku Kizilayê konan firotiye wan jî.

Serokê TEBê anî ziman ku Kizilay bi 140 hezar lîreyan kon firotiye wan.

“Ger konên te hebû, te çima firot?

Ji partiyên muxalefetê jî bertek hatin.

Parlementera Partiya Demokratik ya Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, ji ser hesaba xwe ya Twîtterê van pirsan ji Kizilayê dipirse?

Ger konên te hebû, te çima firot?
Pereyên ku xelkê bi zor û xehmetê bexş kirin dema we konan firot hat hişê we gelo?

Kesên ku gotin, “em wan kesên dibêjin,”Di erdhêjê de AFAD tunebû, Kizilay tûne bû” nîşeyê wan digrin.” Haya we Kizilayê heye.

CHP ji Soylu pirsî: Çend kon hatin firotin?

Parlamenterê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Burhanettîn Bulut jî mijarê anî rojeva Meclîsê.

Bulut ji Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu xwest ku bersiva pirsekê bide û wiha got:

“Gelo îdiaya ku Kizilayê kon firotiye AHBAP a saziya sivîl rast e? Ji aliyê Kizilayê ve çend kon ji AHBAPê re hatin firotin?

DEVA: Rewşeke giran e!

Alikarê Serokê Giştî ye DEVA yê Mehmet Emîn Ekmen jî diyar kir ku;

Çiqas ku muxaleyên di nava 48 seatan de li herêma erdhêjê nehat kirin rewşeke giran be, firotina konan jî ewkasî mûhîm û rewşeke giran e.

Di derbarê Kızılay Çadır & Tekstil de çi tê zanîn?

Li gorî malpera Kizilayê, Kızılay Çadır & Tekstil şirketeke girêdayî Kizilayêye û hemû dahata wê ji bo Kizilayê tê veguhestin û di xebatên alîkariyên mirovî de tê bikaranîn.

Di rûpelê de tê destnîşankirin ku tesîsa çêkirina konan ji aliyê Kizilayê ve di sala 1954’an de hatiye avakirin.

Sazî ji bo alîkariya mirovên ji ber felaketê zirar dîtine û bê war mane bike dest bi xebatan kiriye û bi salan ev yek mezin bûye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Pervîn Çakar: 14ê Adarê de albûma nû derdikeve

Weşana paşê

ZINDÎ-Roja 22emîn ya erdhêjê

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû

Tekhne Grammatike: Bingeha rêzimanan

Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji