Gelo dê hikûmet efûyeke giştî derbixe?

Gelo dê hikûmet efûyeke giştî derbixe?
Gelo dê hikûmet efûyeke giştî derbixe?
Botan Times
  • 17 Nisan 2023 08:01

Zanyarê siyasetê Cuma Çîçek di derbarê îdîayên efûyê da axivî.

Çîçekî diyar kir ku Erdogan ji bo dengên wan ji CHPyê û HDPyê ra neçin, dê bikeve nava hewildanan.

Ew dibêje, “Erdogan ji bo dengên ji dest diçe rawestine dibe ku efûyeke giştî bixe rojevê.”

Çîçek ji rojnameya Duvarê ra axivî û anî ziman, “Hilbijartinên giştî yên 14ê Gulanê, hilbijartina herî dijwar a Erdogan e. Erdogan bi windakirina dengan a ku di dîroka xwe da nedîtiye ra rû bi rû ye.”

Zanyarê siyasetê Cuma Çîçek bi bîr xist ku Erdogan hêza xwe ya îqnakirina li kolanan winda kiriye û wiha got:

Bi qasî ku ez dibînim yek ji enstrumanên wî yên niha erdhêj e. Ew dikare mirovên li herema erdhêjê bi lezkirina çêkirina xanîyan razî bike. Ji xeynî vê, di warê aborî da tiştek ku karibin bikin tune ye.

Cuma Çîçek

Li Tirkiyeyê ji sala 1921ê heta niha 52 qanûnên efûyê û 7 efûyên giştî hatine derxistin.

Efûya herî dawî di sala 2020an da hatibû rojevê, lê nehat bicihanîn.

Di rêziknameyê da hin guhertin hate kirin û hin kes hatin berdan.