Gelecek Partisi: Tirkîye ji şîr vedibe

02/01/2023
Şîr

Gelecek Partisiyê bi vîdeoyekê bal kişand ser rewşa şîrfiroşîyê.

Li gor ragihandina Gelecek Partisiyê jiber bihabûna mesrefan bi qasî 1 mîlyon dewarên şîr hatine serjêkirin û ev jî dike ku Tirkîye ji şîr vebe.

Di vîdeoyê de dengekî şîrfiroşan temsîl dike dibêje ew nikarin ka û êm bikirin, ew perîşan bûne û ti kes wan nabihîse.

Gelecek Partisi, ku bi Kurdîya Kurmancî Partîya Siberojê ye, bi rêberîya Ahmet Davutoglu karên xwe dimeşîne ku wî di salên borî de serokwezîrîya Tirkîyê jî kiriye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Tanrikulu: Girtîyên nexweş li ber mirinê ne

Peymana Stenbolê
Weşana paşê

Tirkîye ji Peymana Stenbolê vekişîya