Tanrikulu: Girtîyên nexweş li ber mirinê ne

02/01/2023

Wekilê Partîya Komarî ya Gel (CHP) yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu eşkere kir ku li girtîgehên Tirkiyê, 651 jê giran 1517 girtîyen nexweş hene.

Tanrikulu li ser hesaba xwe ya Twitterê dîyar kir ku ji wan girtîyên nexweş bi dehan girtî li ber mirinê ne.

Wî bo girtîyên nexweş bal kişand ser rewşa Mehmet Emîn Ozkan yê 84 salî ku li gor mala wî bi dehan nexweşîyên wî hene û nayê berdan.

Komeleya Mafê Mirovan (İHD) di rojên borî de dîyar kiribû ku di 10 mehên pêşî yên sala 2022yan de 63 girtîyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane.

Foto: Twitter, @HastaTutuklular, SS


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Ali Babacan
Weşana berê

Babacan: We will remove the obstacle to mother tongue education

Şîr
Weşana paşê

Gelecek Partisi: Tirkîye ji şîr vedibe

Te hay ji vê heye?