Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê dest pê kiriye

07/04/2023

42yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê (IKSV) dest pê kiriye. Di despêkê da xelata Xelatên Rûmetê hatin belavkirin.

Di festîvalê da 134 fîlmên metrajdirêj, 29 kurtefîlm bi ser 150 re fîlm têne were pêşkêş kirin. Di nav bernameyê de hin fîlmên derhênerên kurd jî hene.

Di festîvalê de çend derhênerên kurd di beşên cuda de bi fîlmên xwe cih girtine.

Ji van Ayşe Polat bi filmê xwe yê metraj dirêj “In the Blind Spot” (Li Cihê Tarî) di beşa Pêşbaziya Fîlmên Navneteweyî de cih gitiye. Polat bi vî filmê xwe îsal beşdarî Festîvala Fîlman a Berlînê Berlînaleye jî bûbû.

Di beşa Pêşbaziya Kurtefîlman de sê derhênerên kurd bi kurtefîlmên xwe cih girtine.

Derhêner Aram Dildar bi kurtefîlmê xwe “Navnîşan”, derhêner Yilmaz Ozdil jî bi “Aforoz”ê û Kasim Ordek jî bi “Birlikte, Yalniz” di pêşbaziyê de ye.

Derhêner Hêlin Çelik jî bi belgefîlmê de “Anqa”yê di beşa Pêşbaziya Belgefîlman de cih girtiye.

Festîvala Fîlman a Stenbolê ji aliyê ÎKSVê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê organîzekirin.

Îsal fîlmên festîvalê li Beyogluyê li salonên Atlas 1948 û Navenda Çanda Fransiz, li Şîşliyê li CineWAM Premium+ City’s Nişantaşi (Salon 3 û Salon 7) û li Kadikoyê li Kadikoy Sinemasi û Sinematek/Sinema Evi ya Şaredariya Kadikoyê têne nîşandayîn.

Ji bilî nîşandayîna fîlman gotûbêjên ligel derhêneran û çalakiyên taybet jî hene. Yek ji wan çalakiyan jî Sempozyuma Festîvala Fîlman e.

Çavkanî/ Dîyarname


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

DFG: Di Adarê da 16 rojnameger hatine desteserkirin

Weşana paşê

Fexrîya Adsayê otobiyografîya Gandhi wergerandîye kurdî

Te hay ji vê heye?

Huner: Stargeheke Rengîn

Mirovên dîn û hunermend, li hemberî

Sê jinên din jî hatin kuştin

Sê jinên din jî hatin kuştin

Li sirgûnîyê festîvala wêjeya kurdî: Dengê Min Tê Te!

Li Elmanyayê festîvala wêjeya kurdî tê

Traîlera fîlma ‘Demo Ke Pelê Gozan Benî Zer’ hat belavkirin

Traîlera fermî ya fîlma Dema Ke