Li gorî rapora Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) di meha Adarê da 16 rojnameger hatine desteserkirin, rojnamegerek jî hatiye girtin.
Di raporê da hate gotin ku”Tirkiye bi 87 rojnamegerên girtî hilbijartinên 14ê Gulanê pêşwazî dike.”
DFGyê diyar kir ku azadiya çapemeniyê ku yek ji hêmanên sereke yên ewlehiya hilbijartinê ye di bin dorpêçê de ye.
Li gor daxuyaniya komeleyê, her ku roja hilbijartinê nêzîk dibe zextên li ser çapemeniyê zêde dibin.
Li gorî daneyên meha Adarê ya Komeleyê belavkirine:
Di Adarê da 8 rojnameger rastî êrîşan hatine.
16 rojnameger hatine desteserkirin û rojnamegerek jî hatiye girtin.
4 rojnameger rastî muameleyên xerab hatine
112 rojnameger dema nûçe dişopandine hatine astengkirin.
Derbarê 4 rojnamegeran da lêpirsîn, derbarê 5 rojnamegeran da jî doz hatine vekirin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.