‘Ferhenga Kurdî’ ya M. Emîn Bozarslanî

‘Ferhenga Kurdî’ ya M. Emîn Bozarslanî
‘Ferhenga Kurdî’ ya M. Emîn Bozarslanî
Roşan Lezgîn
  • 9 Ağustos 2023 09:17

Çi Kurmancî, çi Zazakî yan jî dîyalekteka din ya Kurdî be, di zimanê nivîsînê de, divê em sîstema Kurdî ji xwe re bikin bingeh û pîvan, ne ku zimanê gundîyan, yan zimanê bajarîyan, yan jî zimanê filan herêmê.

***

Ferhenga Kurdî ya M. Emîn Bozarslanî safî bi Kurmancî ji çar cildan pêk tê. Her çar cild di ebadê 16×24 de tev 3.760 rûpel in û di navbera salên 2011-2021ê de ji Weşanên Deng weşiyane. Ev Ferheng di nav ferhengên Kurmancî de berhemeka cihê ye. Çimkî ferhengên din yên Kurmancî ku ez ji wan xeberdar im, ferhengên hevberkirina peyvên Kurmancî û peyvên Tirkî, yan jî peyvên Kurmancî û peyvên Erebî ne; daneran, em bibêjin, pêşî peyvên hazir yên Tirkî rêz kirine û li hemberî peyvên Tirkî peyvên Kurmancî danîne, peyvên ku nedîne jî çêkirine; ev bûye “Ferhenga Tirkî-Kurdî”. Paşê, cihê peyvan guhertine, hingê bûye “Ferhenga Kurdî-Tirkî”. Lê ya rast, ew ferhengên hevberkirina peyvên Tirkî-Kurmancî ne.

Di manaya umûmî de ferheng ew berhem e ku têde bi awayê ku koka peyvê esas bête girtin peyvên zimanekî ji herfa A ber bi Z hatine rêzkirin û yek bi yek mana yan jî manayên wan bi zimanekî bêdem (bêkîp), sade û zelal, bi kurttirîn îfadeyê hatine nivîsîn. Di piranîya ferhengan de, peyva ku behsa wê dibe, li gorî manaya madeyê, di nav cumleyê de bikaranîna wê jî hatiye nîşandan ku rast were fêmkirin.

Amadekirina ferhenga hevberkirina peyvan jî helbet kedeka mezin dixwaze lê amadekirina îzehkirina manaya peyvan bi dehan car zêdetir kedê dixwaze; hakimîyeta li wî zimanî û zanîneka kamil ya zimannasîyê dixwaze. Ji vê çendê, amadekirina ferhenga manaya peyvan karê her kesî nîne. Ji vî alîyî ve, ji ber ku M. Emîn Bozarslanî xwe daye ber karekî wisa, lewre teqdîreka mezin heq dike.

Lê, di vê nivîsa kurt de, ez ê bi çavê krîtîkê li ferhenga wî binêrim û bi kurtî çend tiştan nîşan bidim. Di alfabeya xwe de bikaranîna herfên “Iı” û “İi”yê em bidin alîyekê, M. Emîn, di cilda pêşîn de, li jêr serenavê “Pêşkêşî”yê bi dirêjîya 38 rûpelan nivîsîye lê gelek tişt tekrar kirine. Li derekê dibêje “… gundiyên Kurdıstanê çawa, bı çı awayi dıpeyıvın, dıvê ku em wi awayê peyvina wan jı xwe ra bıkın bıngehek û pivekek.” (r. 9) Çawa ku dixuye, bi zerfa “divê” li ser me ferz dike ku em awayê peyivîna gundîyan ji xwe re bikin bingeh û pîvan

Em kurdên Hewramî û Mukrî û Lûr û Zaza bidin alîyekî, bila tenê kurmancên me kurd bin û zaraveyê ku kurmancên me pê dipeyivin Kurdî be. Ev kurmancên me li deh hezaran gundên Kurdistanê ku di nav sînorên siyasî yên dewletên mîna Tirkiye, Îraq, Îran, Sûrîye, Ermenistan û Azerbaycanê de dijîn. Her perçeyek, her herêmek, heta ku her gundekî kurmancên me bi awayekî dipeyive. Bo nimûne, gundîyekî herêma Berferatê û gundîyekî herêma Goyanê bêne ber hev, bi qasî ku ji hev tênegihên Kurmancîya wan ji hev cihê ye. Gelo em divê awayê peyivîna gundîyên kîjan perçeyî, kîjan herêmê, kîjan gundê Kurdistanê ji xwe re bikin bingeh yan pîvan? Û gelo li bajarên Kurdistanê yên mîna Amedîye, Bazîd, Bidlîs, Cizîr, Dihok, Diyarbekir, Hekarya, Licê, Maku, Muks, Qamişlo, Silîvan, Zaxo û hê gelekên din qey Kurmancî nehatiye peyivîn? Gelo kurd tenê ji gundîyan îbaret in?

M. Emîn dibêje “dı zımanê Kurdi da sê zarên (lehce) sereke hene. Ew her sê zar Kurdiya Bakur, Kurdiya Başur û Zazaki ne. Dı eyni demê da jı Kurdiya Bakur ra ‘Kurmanci’ ji, jı Kurdiya Başur ra ‘Sorani’ ji, jı Zazaki ra ‘Kırdki’ [Ya rast, Kirdî] ji tê gotin.” (r. 11) M. Emîn qey Hewramî û Lûrî û zaravayên din yên jêra Kurdistanê ji Kurdî hesab nake? Û dewam dike dibêje “Me dı amadekırına vê ferhengê da zarê Kurdiya Bakur da ber xwe û ferheng bı wi zari amade kır.” (r. 12) Em têdigihên ku ferhenga wî bi Kurmancî ye, lê diyar nîne ku Kurmancîya kî derê yan ya gundîyên kîjan gundî ye.

Ev pêşniyaz yan jî dîkteya M. Emîn maqûl nîne! 

Çi Kurmancî, çi Zazakî yan jî dîyalekteka din ya Kurdî be, di zimanê nivîsînê de, divê em sîstema Kurdî ji xwe re bikin bingeh û pîvan, ne ku zimanê gundîyan, yan zimanê bajarîyan, yan jî zimanê filan herêmê. Divê em avanî û sîstema zimanê Kurdî baş nas bikin û di warê nivîskî de rîayetî qeydeyên eslî yên Kurdî bikin. Di zimanê nivîsînê de divê bingeh û pîvan sîstema Kurdî be.

M. Emîn dibêje “me peyvıkên Kurdî jı sê serçaviyan, jı sê jêderan berhev kırın û dı ferhengê da bıci kırın. Ev her sê serçaviyên gırıng, ev ın: 1-Awayê karanina pıraniya gelê Kurd, 2-Edebiyata Kurdi ya klasik, 3-Folklora Kurdi” (r. 9) Ev jî îfadeyeka bêçarçove û muxleq e! Mesela, wî awayê karanina pıraniya gelê Kurd bi kîjan metodî û çawa tesbît kiriye, diyar nîne. Lê dibêje “amanc û daxwazên me ew bû û nuha ji ew e ku, em ferhengeka fıre û têrnaverok, bı awa û metodên zanyari bınıvisın, amade bıkın û bıgıhinın destê gelê Kurd.” (r. 41) Lê prensîba “di nivîsînê de ekonomî” di bala wî de nîne. Tiştê ku wek “fıre û têrnaverok” îfade dike jî, esas dirêjkirina gotinê ye. Ewçend dirêj dike, ew bi xwe ji bîr dike ku li jor çi gotiye. Wek nimûne, li jêrê wê îfadeya xwe îcar dibêje: “Mesela, kırara ‘çavronibûn’ê, wek maddeyeka xweser hat nıvisin. Lewra ew kırar ne pırr dırêj e û ne xerib e, lı zewqa mırov tê.” Eger peyvik ji sê serçavîyan bi metoda zanyarî hatine berhevkirin, hingê ev zewqa mirov dibe çi?

M. Emîn dibêje “Dı amadekırına vê ferhengê da yek jı amanc û daxwazên me yên sereke ew bû ku, em maneyên peyvıkan bı awayeki fıre û zelal bıdın zanin û jı xwendevanan ra pêşkêş bıkın. Yani me xwest ku em ferhengê bı awayeki wısa amade bıkın ku, xwendevanên Kurd maneyên peyvıkên Kurdi bı zımanê Kurdi û bı awayeki fıre û têkuz bıbinın û bıxwinin.” (r. 13) Pêşî tiştekî îfade dike lê bawer nake ku em ê jê fêm bikin, îcar dibêje “yani” û eynî tiştî bi awayekî din bo me dirêj-dirêj qiset dike; heta ku jê tê dirêj dike, dîsa û dîsa eynî tiştî dibêje.

Îzehkirina manayên peyvan jî wisa dirêj, tekrar û tekrar e. Lê piranîya îzehetên manaya peyvan hem bêçarçove ne, hem jî kêm in. Mesela, îzehkirina manayên “av”ê zêdetirî sê rûpelan cih girtiye. Cumleya pêşîn ya manaya peyva “av”ê wisa ye: “Maddeyeka ron û zelal a vexwarına gıyandaran e; maddeyeka ron û zelal e, bêbêhn û bêreng û bêtam e ku, jı aliyê gıyandaran ve tê vexwarın.” Hê di cumleya pêşîn de peyvên “madde”, “ron û zelal”, “vexwarın” û “gıyandar” tekrar kirine û eynî tiştî du car îfade dike. Lê çawa ku dixuye, derheqê wesfa avê de melûmat dide, dibêje “maddeyeka ron û zelal e” lêbelê manaya avê îzeh nake. Tavilî derbasî fonksîyona wê dibe, dibêje “vexwarına gıyandaran” e. Ya rast, di amadekirina ferhengê de tenê manaya peyvan îzeh dibe, ne ku fonksiyona wan. Bo nimûne, av tenê vexwarina giyandaran nîne, nebat jî avê vedixwin. Û madem behsa fonksiyona avê dibe, hingê diviyabû behsa hemî fonksiyonên wê bikirana.  

Ji vir bi qasî deh sal berê min di “Ferhengê Çekuyanê Mewlidê Kirdî” de madeya “av”ê bi Zazakî wisa nivîsîye:

awe (m): 1. nm mayîya bêreng û bêboye ke hîdrojen û oksîjen ra ameya pê 2. nm çar elementanê bingeyînan (awe, adir, herî, hewa) ra yew 3. nm mayîya ke netîceyê esirnayişî de çiyan ra vejîyena

Vekirî, sade, kurt. Lê ji M. Emîn re sê rûpelên dirêj qîm nekirine, derbasî rûpela çaran bûye. (Min li jorê got ku ebada rûpelan 16 x 24 cm ye.) M. Emîn di şûna îzeha madeya avê de meqaleya ansîklopedîyê nivîsîye! 

Em madeya “ap” ji ferhenga Mehmed Emîn Bozarslan neqil bikin:

ap [nnx; nb] Bırayê bavê kesek, lı gora wi kesi; kur yan mêrê ku ew û bavê kesek jı dê û bavek ın yan tenê jı bavek ın yan ji tenê jı dayıkek ın, lı gora wi kesi. Hvm ‘mam’ e. Djm ‘met’ê ye. ‘Ha dı ci da, dı ci da/ D’mala Apê Heci da/ Ramisanek bıde mın/ dı kuncıkê tari da’. (SG) ‘Bı nivê tıvınga xwe gırt û lı qeracê tenıştê hılkışıya ser pıya, goti Heci Mıhemedo, lo apo, xeman mexwe, xem xırab ın; herçi kuştın e, jı berê va para mêra ye/ Berxê nêr, Rebê alemê daye, tım û daim jı kêrê ra ye’. (SC) ‘Cırna mala Apê Keya/ Ên dı nav ban û xaniya/ divê bıkın şerm û heya/ dıvê îro neçın cıya’. (Ç) ‘Dı şer da xal û xwarza, dı xwarınê da ap û bıraza’. (PP)”

Bozarslan wisa dirêj kiriye lê dîsa jî mana kêm nivîsîne. Çimkî manaya peyva “ap” tenê “birayê bavê kesî” bûyîn nîne, wekî îhtîram ji mezinan re jî tê gotin, ku ev jî dibe manaya duyem. Li gorî manaya ku wî daye, îzeheta wî jî kêm e. Mesela, kur yan mêrê ku ew û bavê kesek ji dê û bavek yan tenê ji bavek yan jî tenê ji dayikek nebe, birayê bavî yê şîr yan jî xortê pîrik yan kalikî be, yan jî ji alîyê pîrik yan kalikî ve wekî ewlad hatibe xwedîkirin jî dibe apê kesî. Madem wisa dirêj îzeh dike, divê ev jî bigotana. Û mînakên folklorîk ku dane jî, hem zêde ne, hem jî li manaya ku wî îfade kiriye nakevin. Mesela, ew Apê Hecî ku di stranê de û ew Apê Keya ku di mamikê de derbas dibe, kesên anonîm in, ji bo manaya ku wî nivîsîye nabin nimûne; ji bo manaya ku wî nenivîsîye dibin mîsal.

Di “Ferhengê Çekuyanê Mealê Kirdî” de ku niha di destê min de ye, ez li ser dişixulim, min bi Zazakî madeya “ap” wisa nivîsîye:

ap (n): 1. nm birayê babîyê kesî 2. sf sey nîşanê îhtîramî pîlan ra yeno vatiş

Çawa ku dixuye, her du manayên peyva “ap” kurt û zelal, vekirî û fesîh îzeh bûne. Yên ku bixwazin manaya peyvên zimanê xwe bizanin, îzeheteka wisa kurt û sade ji bo wan bes e.

Em ji Ferhenga Kurdî ya M. Emîn Bozarslan madeyeka din jî nîşan bidin:

bazın [nmx; nb] Xışrekî zendên jınan e; xişrek e ku, jın jıbo xemlê wê dıkın zendên xwe û zendên xwe pê dixemılinın. Bazın xişrekî çenberki ye, xelekki ye; mina çemberek, xelekek e; ji zêr yan jı ziv tê çêkirin. “Jı dengê bazınên zenda/ nema aq’lê aqilmenda”. (EH) “Zahır dıkırın ku zend û bazın/ êdî nedıman gıli û gazın” (X) “Lo lo psmamo, lazım lazım/ W’ez sê tıştan j’te dıxwazım/ Guhar, gustil, ferek bazın”. (SG)

Çawa ku dixuye, hem tam tarîf nekirîye ku “bazin” çi ye, hem jî mana kêm nivîsîne. Lê peyv û îfade li ser hev tekrar kirine; dirêj kiriye. Dû re, mînakên ku peyva bazin têde derbas dibe neqil kirine.

Di “Ferhengê Çekuyanê Mealê Kirdî” de ku niha di destê min de ye, ez li ser dişixulim, min bi Zazakî madeya “bazin”ê wisa nivîsîye:

bazin (n): 1. nm helqaya ke zerrn, sîm yan zî sewbîna maden ra ameya viraştiş û hîna zaf cînî sey xemlî dekenê zendê xwu 2. nm aleto ke maden ra sey helqa ameyo viraştiş û pê sereyê di lûleyan yan zî di çiyan yeno pêrabestiş 3. nm qevdê destî yan zî qevdê linge

Manayên “bazin”ê ev in, bi zimanekî bêdem, kurt, sade, fesîh û zelal hatine îfadekirin. 

Hasilî kelam, ez dibêjim îzehkirina manayên peyvên ku M. Emînî hildane nav ferhenga xwe, eger li gora metoda ferhengsazîyê bihatana nivîsîn, tenê cildek têrê dikir. Wê demê, me dê xweştir jê îstîfade bikira.

Ji îfadeya M. Emîn ku dibêje “Di sala 2001’ê da dema me dest bı amadekirna vê ferhengê kır” (r. 41) dixuye ku derdora bîst salan li ser vê berhemê xebitîye. Lêbelê ferhenga wî jî a wisa ye! Meriv tenê li wan du madeyên ku min neqil kirin binêre, ku ew ji kurttirîn madeyan bûn, hingê meriv têdigihe ku ferhengeka çawa ye.