Êrîşkarê metroyê hatiye girtin

Êrîşkarê metroyê hatiye girtin
Êrîşkarê metroyê hatiye girtin
Vahdet Uçar
  • 25 Kasım 2021 12:07

Mêrekî di metroya ku sefera Kadikoy-Tavşantepeyê dikir de, kêr di dest de, heqaret û dijûn li jinekê û keça wê kirin û bi kêra di destên xwe de êrîşî wan jinan û rêwîyên din kirin. Senanur Damgacı, ku jinek ji van jinên rastî van êrîşan hatî ye behsa bûyerê kiriye. 

Duh danê êvarê di metroya Kadikoy-Tavşantepeyê di navbera Emrah Yilmaz û Nilgûn Damgaci de nîqaşek derketibû. Ji ber ku mêrê bi navê  Emrah Yilmaz  heqaret li jinê kirine keça wê Senanur Damgaci ya ku wê demê li gel wîê bû jî bertek nîşan daye. Li ser vê yekê mêrî kêra xwe derxistiye û êrîş û heqeretên xwe berdewam kirine, gava metro rawestîyaye jî peya bûye û revîyaye. Gumanbarê bi navê Emrah Yilmaz bi şev saet di 02:30an de ji aliyê polîsan ve li mala xwe hatiye girtin.

20 QEYDÊN WÎ YÊN SÛNC HENE

Hat diyarkirin ku di derbarê Emrah Yilmazî de ji ber bikaranîn û peydekirina maddeyên hişbir, bazirganiya maddeyan, bi qestî birîndarkirin, gef, heqaret, desteserkirina maddî û xisara maddî jî di nav de, tev de 20 dosyeyên wî yên sûnc hene.

Senanur Damgaci gotiye: “Jineka di metroyê de ji ber nexweşiyeka xwe yî laşî neçar ma maskeya xwe hinekî daxe. Êrîşkar dest bi axaftinê û heqaretan kir, dîsa jî wê jinê tu bersiv nedayê û berê xwe jê guherand lê mêrik bêhtir ser ve çû pirrtir heqaret û dijûn lêkirin. Me mêrik hişyar kir da ku dirêjtir neke û hew heqaretan bike. Vê carê li me zivirî kêrek derxist û ber bi me ve hat. Mirovên din ên di metroyê de hewl dan mudaxele bikin, lê êrîşkar ranewestiya. Ez bi tekwandoyê dizanim, ez ji xwe jî bawer bûm lê wê demê em pir tirsîyan. Her wiha dema welatiyan hewl didam midaxale bikin hêzên ewlehiyê yên metroyê mudaxele nekirin. Em giliyê wan jî dikin.”

Çavkanî: Haber motto