Tundkarîya mêran a li ser jinan

Tundkarîya mêran a li ser jinan
Tundkarîya mêran a li ser jinan
Vahdet Uçar
  • 25 Kasım 2021 09:59

Mêran di 326 rojan de 285 jin kuştine, 711 jin birîndar kirine

Mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2021an û 23ê Çiriya Paşiyê ya 2021an de ango di nava 326 rojan de herî hindik 285 jin kuşine, tundkarî herî hindik li 711 jinan kirine.

Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û yên berbelav, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirine, mêran di navbera 1ê Kanûna Paşiyê ya 2021an û 23ê Çiriya Paşiyê ya 2021an de, ango di 327 rojan de herî hindik 285 jin kuştine. Ji jinên ku mêran kuştine sê jê jinên trans bûne.

Di nava jinên ku mêran ew kuştine de, du jê afganî, yek fasî, yek azerî, yek sûrî, yek ûkraynayî, yek rûsî, yek êzidî, yek jî kirgizî bûye.

Di vê demê de çapemeniyê mirina herî hindik 193 jinan weke mirinên “bigûman” nivîsandiye.

Di 23 rojên destpêkê yên meha Çiriya Paşiyê ya 2021an de jî mêran 29 jin kuştine û 41 jin birîndar kirine.

Kê jin kuştine? 

Nîvê jinan bi destê hevjîn, hevjînên kevn û destgirtiyên xwe ve hatine kuştin.

Hevjîn, destgirtî, destgirtiyê kevn û hevjînê kevn 172 jin kuştine. Bav, bira, kur, zava û yên mîna wan herî hindik 52 jin kuştine. Cîran û hevalên wan 28 jin kuştine. Mêrên diz yên ku ketine malên wan 12 jin kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran û 37 jinên kuştine hev nas dikirin an na.

Mêran jin çawa kuştine?

Mêran ji sedî 53ên jinan bi çekên gulexwer kuştine.

Mêran 150 jin bi çekên gulexwer, 77 jin jî bi kêran kuştine. Mêran herî hindik çar jin bi şewitandine, 6 jin pelixandinê, 14 jin bi derp kirinê û 21 jin jî xeniqandine kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran herî hindik 13 jin çawa kuştine.

Mêran jin li ku kuştine?

Mêran ji sedî 61ê jinan li nava malan kuştine.

Li gorî nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û yên berbelav, ji malperên nûçeyan û ajansan berhev kirine, mêran 173 jîn li nava malan, 82 jin li kolan, daristan, kargeh ango li derveyî malan kuştine. Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêran 30 jin li ku kuştine.

Gulistan Doku, xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ji 5ê Kanûna Paşiyê ya 2020an û vir ve winda ye.

Li gorî raporâ bianetê meh bi meh bûyerên tundkariya mêran wiha ne:

Kanûna Paşiyê

*Li Enqereyê mêrekî tundkarî li jinekê kiriye. Dêya wê jinê, neçar maye mêrî bikuje. Her weha li Antalyayê jî mêrê M.Î.yê destê wê kelemçe kiriye û bê cil û berg dest daniye ser wê, bi saetan lê daye. M.Î.yê neçar maye mêrê xwe yê bi navê R.Î. bikuje û mavê xwe yê parastina rewa bikar bîne.

*Mêrekî piştî ji girtîgehê derketiye, jinek kuştiye.

Sibat

*Mêran gefa kuştinê an jî “êrîşa zayendî” herî hindik li 10 jinan xwarine.

*Li Stenbolê mêrekî “hewl daye dêya xwe bikuje”. Mêr hatiye girtin. Ji bo çar jinên mêran ew kuştine biryarên parastinê an jî tedbîrê hebûn. Mêran jineke fasî kuştine.

Adar

*Biryara parastinê yan jî tedbîrê ya sê jinên ku mêran ew kuştine, hebû. Mêran jineke trans kuştiye. Mêrek ji girtîgehê “bidestûr” derketiye û jinek kuştiye.

Nîsan

*Herî hindik li heft bajaran mêran gefa kuştinê an jî tundkariyê li jinan xwarine. Li Samsûnê jinekê “mafê xwe yê parastina xwe ya rewa” bikar aniye û mêrê xwe yê tundkarî lê dikir kuştiye.

*Biryara tedbîr an jî parastina du jinan hebû ku mêran ew kuştine. Mêrekî piştî ji girtîgehê derketiye, jinek kuştiye.

Gulan

*Biryara tedbîr an jî parastina çar jinan hebû ku mêran ew kuştine. Mêran jineke sûriyeyî kuştiye.

Hezîran

*Medyayê ji bo kuştina jineke li Amedê û yeke li Mêrsînê hatiye kuştin, gotiye “kuştina failê wê nediyar e.” Li Stenbolê mêrekî hewl daye ku jinekê bikuje.

*Mêran jineke ûkraynî kuştiye.

Tîrmeh

*Digel “biryara dûrxistinê” hebû jî mêran 3 jin kuştine. Mêrê ku du jin kuştiye, çawişê pispor bû.

Tebax

*Li Balikesîr û Eskîşehîrê du jinan mafên xwe yên parastina rewa bikar anîne.

*Polîsekî jinek kuştiye. Mêran jineke afganistanî û yeke êzidî kuştine. Mêrekî ku jinek kuştiye “di temenê zaroktiyê de bû.”

Îlon

*Çawişê pispor jinek kuştiye.

*Mêran jineke afganistanî, yeke rûsî û yeke azerbaycanî kuştine. Mêran jineke trans kuştine.

Çiriya Pêşiyê

*Mêran jineke trans kuştiye. Mêran jineke kizgizistanî kuştine.

Çetele û nûçe: Bianet kurdî