Ergîn Opengîn dê ser Şemdînanî û Îrlandîyekî biaxife

Ergîn Opengîn dê ser Şemdînanî û Îrlandîyekî biaxife
Ergîn Opengîn dê ser Şemdînanî û Îrlandîyekî biaxife
Botan Times
  • 3 Ocak 2023 05:00

Weşanxaneya Avestayê li Dîyarbekîrê dest bi bernamayên xwe yên 2023yan dike.

Gotûbêja pêşî “Cîhana hizrî-edebî ya du Kurdperweran: Mela Se’îdê Şemdînanî û Alan Wardê Îrlandî”  ye.

Di vê gotûbêjê de, ku dê di 7ê Çileyê de li Qesra Zerzevanê çêbe, Ergin Opengîn dê biaxife û Pinar Yildiz jî dê modaretorîyê bike.

Mela Se’îdê Şemdînanî û Alan Wardê Îrlandî kî ne?

Li gor kitêba Werîsê Sor, payiza 1960an ciwanekî Îrlendî bi navê Alan Ward ku hêj 23 salî bû hate Diyarbekirê û di Koleja Perwerde ya Diyarbekirê de (Diyarbakır Maarif Koleji) wek mamosteyê ingilîzî û matematîkê dest bi kar kir. Hêj çar mehên xwe tijî nekirî ji karê xwe hat dûrxistin û izna wî ya îqametê hate betalkirin.

Bi agahîyên kitêba bi navê Bazeber, Mela Se’îd Şemdînanî li salên 1870yan ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye. Sala 1914an gava dewleta Osmanî cîhadê radigihîne, Mela Se’îd fetwayekê li dijî cîhadê dide û li ser wê yekê tê girtin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe tê rizgar dibe.