Nîsk Huner dibêje bilêtên Seyrana Li Çeperê neman

02/01/2023

Nîsk Hunerê îro Duşemê ji Twitterê ragihand ku bilêtên bo promîyera Seyrana Li Çeperê nemane.

Seyrana Li Çeperê dê di 4ê Rêbendanê li Yenî Sahne ya Batmanê promîyera xwe bilîze.

Afîşa şanoyê raber dike ku şanogerên Nîsk Hunerê dê Seyrana Li Çeperê ya Fernando Arrabal bi wergera Aydin Rengîn bilîzin. 

Lîstikvanên Seyrana Li Çeperê, Denîz Ozer, Gulan Mizgîn, Habîb Çelîk, Şîrvan Yelboga û Bahoz Ozsunar in. 

Bo vê şanoyê, Nazmî Karaman derhênerî kiriye û Egît Firat jî derhênerê hunerê ye. 

Muzîkên şanoyê jî Gokçe Selîm hazir kirine ku ew bi karên xwe yên li Sîya Şevê jî tê naskirin. 

Hêjayî bîrxistinê ye, şanogerên ku li dora Nîsk Hunerê kom bûne, bi rêzefîlmên Îşev û Migooyê jî di rojeva hunerhezan de ne. 




sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Podcast Kurdî dest bi heyameke nû dike

Weşana paşê

Ergîn Opengîn dê ser Şemdînanî û Îrlandîyekî biaxife

Te hay ji vê heye?

Ekrem İmamoğlu: Îqtidar ji kontrolê derketîye

Şaredarê Stenbolê Ekrem İmamoğlu derbarê qeyûman

Li Pêşangeha Batmanê Herî Zêde Kîjan Kitêb Hatine Firotin?

Li Batmanê pêşangeha kitêbên kurdî hat

Li Batmanê pêşangeha kitêbên kurdî tê lidarxistin

Li Batmanê pêşangeha kitêbên kurdî tê

Serlêdanên Kreşên Pirzimanî yên Şaredariya Batmanê dest pê kirin

Şaredarîya Batmanê dest bi xebateka nû