Endezyarê Jeolojîyê: Bajarên me li ser xetên fayê hatine avakirin

21/02/2023

Piştî erdhêja 6ê Sibatê ku li Mereşê pêk hat, li gor daneyên AFADê heta niha 3170 erdhêjên piçûk çêbûn.

Pispor dibêjin dê lerzên piçûk heta saleke berdewam bikin.

Endazyarê jeolojîyê Umit Eke jî ji Botan Tîmesê re dibêje, divê mirov hişyar û baldar bin. Erdhêj dê berdewam bike.

Divê em ferî erdhêjan bibin. Em ferî wan bibin û bi wan re bijîn. Ger em tedbîrên xwe bigrin û li gorî wî tevbigerin wê demê erdhêj nakuje.

Endazyarê jeolojîyê Umit Eke
tevgera xetên fay

“Çewlîk û bajarên derdora wê divê hay ji xwe hebin”

Li gor endezyar Umit Eke, erdhêja bi pîleya 6.4 ya li Hatayê çêbû erdhejeke serbixwe bû. Erdhejên bi vî rengî dê berdewam bin.

Eke welatiyên li Çewlîk û derdora wê jî hişar dike ê dibêje,

“Welatîyên li Bîngolê û derûdora wê bila hay ji xwe hebin. Xeta fayê bi jêr ve enerjîya xwe valakir. Niha em li bendê ne bi wê aliyê ve biçe.”

Tirkiye li ser xeta erdhêjê ye. Gelek bajar di warê erdhêjê de xwedî rîskek zêde ne.

Li ser sedema wî jî Eke dîyar dîke,”

“Bajar li ser xetên fayê hatine avakirin”

Ji ber ku bajar li ser xetên fayê hatine avakirin, nelêrîtiyên di çêkirina avahiyan de û aştiya îmarê, bi xwe re encamên xedar anî. 

Endazyar Eke

Endazyar Eke jî bi xwe xelkê Mûşê ye. Demeke li ser tesîra erdhêjê ya li ser bajarê xwe serê xwe êşandiye.

Di sala 2015an de li ser rîska erdhêjê ya li ser bajarê Mûşê raporek amade kiriye.

Lê rapora ku pêşkeşî şaredariyê Mûşê kiriye bala tû kesî nekişandiye.

Endazyarê Jeolojîyê Eke dibêje, “welatê me li ser xeta erdêjê ye” û van hişyarîyan li welatiyan dike:

Du erdehejên mezin çêbûn dê paşlerzên wî jî dirêj û bi tundî bin.

Ger erdhêjêk çêbibe divê panîk neyê kirin û bikevin ciheke biewle.

Cihê ku agir, ketin an taluke hebe ji wana durkevin.

Avahîyên ku di sîstema wî ya barkêşiyê de (taşıyıcı sistemler) xesarek hebe divê kesek nekeve hûndirê wî.

Niha rêzîka sereke ew e ku di avahîya da qolon û kîrîşande zirar heye an tûneye divê ew bê tespît kirin.

Tişta ku avahîyê li pîya digre ev in. Lê bi sere xwe ev tenê ne bes e tabî.

Erdhejên bi navenda Mereş ên di 6’ê sibatê de li 10 bajaran rê li ber hilweşîneke mezin vekir.

Heta niha 41 hezar û 156 kesan jiyana jiyana xwe ji dest da.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

LIVE-16th day of the earthquake: After 15 days one more earthquake

Weşana paşê

They are not only victims of the earthquake and also refugee

Te hay ji vê heye?

Anarşîstekî Dij-Kolonyal: Errico Malatesta

Ji bo ku ji rastiya Kurdistanê

Parlamentera berê ya HDPê Huda Kaya di danişîna yekem de serbest bû

Derbarê pênc parlamenterên berê yê HDPê

Dengê jineke Dîlokî li Londonê olan dide

Di her albûmeke wê ya nû

Tekhne Grammatike: Bingeha rêzimanan

Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji