Diranên Şikestî û Kenê li Ber Pîspîskê

Diranên Şikestî û Kenê li Ber Pîspîskê
Diranên Şikestî û Kenê li Ber Pîspîskê
Selahattin Bulut
  • 15 Şubat 2024 11:48

Di wî zemanê derbeyê de (1980), li hefsa Diyarbekirê ya 5 Nolûyê gardiyan esker bûn. Tenê vazîfeyek wan gardiyanan hebû ku ew jî divê her roj li hefsiyan bidana. Gardiyanên esker di lêxistinê de bi hev du re diketin qayîşê û her yek ji wan navek bi dû xwe xistibûn. Hinek bi şîmaqên xwe, hinek bi hotikên xwe, hinek bi darên xwe û hinek jî bi pehînên xwe navdar bûn. 

Sala 1980yan bû. Eskerên dewleta Tirkiyeyê derbe kiribû û careke din dinya li serê kurdan teng bûbû. Di wî zemanî de li nava qeza û bajaran mayina telebeyan zehmet bû. Lewma ez jî, ji mecbûrî derketibûm serê çiyayan. Qederê du sê mehan, li çiyayên Dêrikê û sê çar mehan jî li başûrê Kurdîstanê li hêla Zaxo, li Yekmala û li derdora çemê Hîzilê geriyam. Piştî demekê divê vegeriyama Nisêbînê û ji wir jî divê min xwe berdaya binxetê. 

Wextê hatim Nisêbînê çend rojan li mala apê xwe Muo mam. Lê li herêma Mêrdînê, di destê polîs û eskeran de navê min hebû û mayina min ji bo min û apê min talûke bû. Şeva ku ez difikirîm êdî biçim, diran bi min aryan. Şensê min e, axir hevalê min yê diransaz Sêrop Demirci li Nisêbînê bû. Wextê esker derbeyê dikin, Sêrop jî qaşo wekî ku bixwazibe şopa xwe wenda bike ji Dêrikê bar dike Nisêbînê. Dû re, ew li Nisêbînê çiqasî stirî ez nizanim, lê hema wekî ji ber baranê revîyabe ber zîpikê. Di wan salên 80yî de -û hêj jî weha ye- însanan ji bo ku şopa xwe wenda bikirana ciyên xwe diguherîn. Yên li gundan diçûn qezayan, yên li qezayan diçûn bajaran û yên li bajaran jî diçûn hêla Tirkiyeyê, bajarên mezin yên wekî Edene, Îzmîr û Stenbolê. Neyse… Ez û apê xwe saeteke ku nexweşên Sêrop tunebûn, em çûn hindê. Wextê çav li me ket pir kêfa wî hat. Wî bawernekiribû wê carek din min bibîne. Sêrop di karê xwe de serkeftî bû, destê wî sivik bû, di çend rojan de çar diranên min çêkirin.

Wekî du meh şûnde, şevekê li ser sînorê Sûrîyeyê eskera bi ser me da teqandin û ez ‘‘sax’’ hatim girtin. Ez êdî girtiyekî hefsa Diyarbekirê bûm û tirsa min a ji girtinê nemabû.

Di wî zemanê derbeyê de, li hefsa Diyarbekirê ya 5 Nolûyê gardiyan esker bûn. Tenê vazîfeyek wan gardiyanan hebû ku ew jî divê her roj li hefsiyan bidana. Gardiyanên esker di lêxistinê de bi hev du re diketin qayîşê û her yek ji wan navek bi dû xwe xistibûn. Hinek bi şîmaqên xwe, hinek bi hotikên xwe, hinek bi darên xwe û hinek jî bi pehînên xwe navdar bûn. 

Gardiyanê qawûşa me yekî hûrik û bêqam bû. Hûrik bû lê destê wî pir giran bû. Ew bi hotikên xwe meşûr bû. Hotikek li devê kê ji me bidaya gerek e diranek an du diranên me bişkesta. Heger neşkesta pir hêrs dibû. Rojekê dîsa wekî her rojan, em derxistibûn hewşa qawûşê talîm bi me dikir. Li ser fermana ku dabû, me bi hemî dengê xwe merşên nijadperestî digotin û bi meşeke eskerî li wê hewşa di nava çar dîwarên bilind de, wekî hespên belgîrên dengê em li dora xwe dizivirîn. Kêlîkekê min hew dît gardiyan wekî dîkekî bikumik xwe çen kir hewa û bi hemî qeweta xwe hotikek li devê min xist. Min got qey guleya topekê li belengoşka min ket. Ez li ser piştê, li ser betonê dirêj bûm. Ew hesinê wekî koprî ku Sêrop li ser çar diranên çenga min a jêr çêkiribû, ew jî ji devê min çen bûbû, li ber serê min li erdê bû.

Saleke derbeyê çêbûbû. Di hefsê de tehdeya li ser me roj bi roj zêde dibû. Me dixwest em malbatên xwe û însanên li derve bi rewşa xwe bihesînin, lê li odekên ziyaretê -ku wekî qefesên çûkan bûn- esker li ser serê me bûn û kurdî qedexe bû. Carekê bavê min bi tenê hat ziyareta min. Got, ‘‘Lawê min, hema min xwest îro ez û tu bi tenê bin!’’ Min got, ‘‘Te baş kir, bavo!’’ Piştî ku hebekî li min nêrî, got, ‘‘Wa, wekî tu îro bê kêf xuyayî, tiştekî ku tu dixwazî ji min re bibêjî heye?’’ Min got, ‘‘Bêkêfiya min hebekî ji ber diranên min e, çend roj berê min xwarin dixwar, min hew dît ew diranên ku Sêrop çêkiribûn her çar jî ketin!’’ Min weha got -jixwe ziyaret du sê deqe bû- û eskerî li pîspîskê xist.

Wê rojê piştî ziyaretê bavê min rast diçe Nisêbînê. Apê min Muo jî bi tengala xwe dixe û diçin ciyê karê Sêropî. Bavê min dibêje, ‘‘Sêrop law, Seleh ewqas ji te hez dikir, ma te ji bo çi diranê wî baş çênekirine?’’ Sêrop însanekî biaqil e, piştî ku li bavê min godarî dike meseleyê fam dike. Dibêje, ‘‘Apê Birahîm, ew diran encex hinek bi kulmika pêkevin wê bişkê, li hefsê esker li wan dixin, Seleh xwestiye vêya ji te re bibêje!’’      

Û weha, me her bi awayekî malbatên xwe û însanên li derve bi halê xwe dihesandin. Lê tiştek ji destê wan jî nedihat. Rojekê ji Nisêbînê apê min Muo hat ziyareta min. Piştî me bîskekê li hev du nerî got, ‘‘Lawê min, ew hevalê te yê dirana çêdike, Sêrop?’’ Min got, ‘‘Erê Apo!’’ Got, ‘‘Xelk giş gazinan jê dikin!’’ Min got, ‘‘Çima Apo?’’ Got, ‘‘Eh! Hema ev salek e, wî diranê kê çêkiribin tev şikestin! Hela tu li devê min binêre, yek jî nema!’’  Wextê min li devê apê xwe nerî wekî hinek min bideqdeqînin ji nişka ve ez keniyam! Apê min jî xwe zevt nekir! Eskerî li pîspîskê xist em virde wêde kişkişandin, lê çi kir nebû! Hukmê pîspîskê nemabû, hema ku berê me diket hev du em dikeniyan!