Bi 5 pirsan li Îranê jehrkirina xwendekarên keç

Bi 5 pirsan li Îranê jehrkirina xwendekarên keç
Bi 5 pirsan li Îranê jehrkirina xwendekarên keç
Gulistan Korban
  • 9 Mart 2023 09:43

Li Îranê 3 meh in xwendekarên keç li dibistanan tên jehrkirin.

Bûyer di nava civakê de bû sedema tirs û aloziyê.

Me bi 5 pirsan re tişta ku li wî welatî diqewime berhev kir.

1- Çawa dest pê kir û li kîjan bajaran derket?

Yekemîn bûyera jehrkirina xwendekarên keç 30ê Mijdara 2022yan li dibistaneke keçan ya li bajêrê Kumê hatibû dîtin.

Piştre li bajêrên din ên welêt jî derket holê.

Li gelek eyaletan bi hezaran xwendekar bi jehrî ketin.

2- Kîjan jehr tên bikaranîn û bandorên wan çi ne?

Gaza jehrî bi bêhna porteqalan an jî tirşiya xerabûyî tê hîskirin.

Xwendekarên jehrî dibin bi giliyên wekî pirsgirêkên bêhn, gêjbûn û westandinê li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Xwendekarên ku jehrî ketine paşî diwestin û bêhnteng dibin.

3- Li pişt vê bûyerê kî heye ye?

Derbarê kê û kî li pişt jehrêkirina komî heye de agahiyeke zelal heta niha bi dest neketiye.

Malbatên xwendekaran rêveberiya Tehranê sûcdar dikin.

Dijberên rejîmê jî dibêjin ku dewleta Îranê dixwaze tola xwepêşandanên Jina Amînî ya bi pêşengiya jinan pêk hat, hilîne.

4- Nêzîkatiya rêveberiya Îranê çawa bû?

Di destpêkê de li hemberî bûyerê tu daxuyanî ji rêveberên Îranê nehatin.

Piştî bilindbûna hejmaran, Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ji bûyerê “dijminên Îranê” sûcdar kir.

5- Berteka dê û bavên xwendekaran çi bû?

Hin dê û bavên ku ji rewşa zarokên xwe bi fikar bûn, li ber dibistanê dest bi nobetê kirin.

Hin dê û bavên ku rêveberiya dibistanan û hukûmetê ji bûyerê berpirsyar dibînin jî li gelek bajaran xwepêşanan organîze kirin.