Di Roja Şanoyê da 9 lîstik dê bêpere were lîstin

27’ê adarê Roja Şanoyê ya Dinyayê ye.

Şanoya Bajêr a Stenbolê ji bo vê rojê 9 lîstikan bê pere pêşkêşî temaşevanan dike.

Ji bo vê yekê yên bixwazin piştî 20’ê adarê dikarin ji ser “sehirtiyatrolari.ibb.istanbul” yan jî ji ser bernameya Şehir Tiyatroları Mobil vexwendnameyên xwe bigirin.

Vexwendname bi du heban hatine bi sînorkirin.

Lîstikên ku dê bêne lîstin ev in: “Sen İstanbul’dan Daha Guzelsin”, “Yaftali Tabut”, “Oscar”, “Zehir”, “Fosforlu Cevriye”, “Yatak Odasi Komedisi”, “Veba”, “Hayat Der Gulumserim”, “Çingene Boksor”.