Di Newroza Aydinê de hunermend hatine desteserkirin, hunermendek hatiye girtin

22/03/2022

7 hunermendên ku di pîrozbahiya navçeya Efeler a Aydinê derketibûn ser dikê, piştî pîrozbahiyê hatine desteserkirin.  

Li navçeya Efeler a Aydinê bi tevlibûna hezaran kesan Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Hunermendên ku di pîrozbahiyê de derketibûn ser dikê piştî pîrozbahiyê hatine desteserkirin. Li gel hunermend Veysel Ciwan û Serhat Kural, her wiha 5 kesên di orkestrayê de cih digirtin, piştî pîrozbahiyê ji bo ku biçin bajarên xwe çûne otogar û balafirxaneyê û li wir hatine desteserkirin.

Stranên ku hunermendan di pîrozbahiyê de strandine weke hinceta desteserkirinê hatiye nîşandan. Hunermendên hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Aydinê. 

Li gor agahîyên dawîn Serhat Kural û orkestra bi şertê qedexeya derketina derveyî welêt hatine berdan lê stranbêj Veysel ciwan hatiye girtin.

Serhat Kural di hesabê xwe yê twîtterê de ev agahî piştrast kiriye. aydı


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Baroya Amedê: Ji 100î zêdetir zarok di Newrozê de hatine desteserkirin

Weşana paşê

Doza JÎTEMê taloqî 20ê Hezîranê bû

Te hay ji vê heye?

Kok û Giringiya Newrozê

Newroz ji bo hemû gelên Îranî

Mîtolojî û neteweperwerî

Mîtolojî her çiqas bi wateya xwe

Wêne-Nûçe: ‘Em ji bo azadîya xwe li vir in!’

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Qada Newrozê

“25 sal e parêzer im min hêj nedîtiye ku polîsek ceza girtiye”

Ji bo Ingilîzî Bitikîne Kemal Kûrkût,