Di kabîneya nû da çend wezîrên Kurd hene?

04/06/2023

Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayip Erdogan kabîneya xwe ya nû duh(Şemîya 3ê Hezîranê) eşkere kir.

Di kabîneya nû da 3 wezîrên Kurd cihên xwe digrin, her wiha Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê jî Kurd e.

Wezîrê berê Cevdet Yilmaz ku ji Çewlîkê ye bû Alîkarê Serokkomar.

Mehmet Şîmşek ê ji Batmanê ye bû Wezîrê Aborîyê.

Fahrettîn Koca ji navçeya Kuluya Konayayê ye û di kabîneya berê da jî Wezîrê Tendirûstiyê bû di kabîneya nû da jî erka xwe didomîne.

Hakan Fîdan ji parêzgeha Wanê ye. Ew 13 sal an Serokê Dezgeha Îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) bû.

Di kabîneya nû de wek Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê hatiye diyarkirin.



sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Fînancîal Times: Erdogan îşaretên guherîna polîtîkayên aborîyê dide

Weşana paşê

UNICEFê eşkere kiriye: Herî kêm 120 hezar zarok bûne qurbanîyên şerî