Di 4 salên dawî de herî kêm 18 kesan ji ber wesayîtên zirxkirî jiyana xwe ji dest dane

Di 4 salên dawî de herî kêm 18 kesan ji ber wesayîtên zirxkirî jiyana xwe ji dest dane
Botan Times Fotoğrafı

Botan Times

Navenda Nûçeyan

Li gorî daneyên Navenda Dokumentasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) di 4 salên dawî de 9 jê zarok 1 jê astengdar bi giştî 18 kesan ji ber wesayîtên zirxkirî yan jî wesayîtên hêzên ewlehîyê û wesayîtên sazîyên fermî jiyana xwe ji dest dane. 14 ji wan zarok, herî kêm 50 kes jî birîndar bûne.

Mirina Abdulgaffar Dayan ê 23 salî ku di 24ê Çileya 2022an de li Cizîrê wesayîta zirxkirî lê dabû, mirin û birîndarbûna ji ber wesayîtên zirxkirî careke din êxiste rojevê.

Li gorî daneyên TİHVê yên par (2021) di encama li hev qelibîna wesayîtên hêzên ewlekariyê û saziyên fermî, di 9 bûyerên cuda de 4 jê zarok, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane. Dîsa 6 jê zarok 15 kes jî birîndar bûne.

Daneyên çar salên dawî ku TİHVê belavkirine wiha ne:
• Di sala 2018an de di 17 bûyerên cuda de 31 kes ku 6 ji wan zarok in, di encama qezaya wesayîtên hêzên asayîş û saziyên giştî de birîndar bûne. 7 kes mirine, 2 ji wan zarok û yek jê astengdar.
• Di sala 2019an de di 6 bûyerên cuda de 2 jê zarok 3 kes di encama qezaya wesayîtên asayîşê û saziyên giştî de birîndar bûne. 3 kes mirine, yek ji wan zarok.
• Di sala 2020an de di 2 bûyerên cuda de 1 kes bi lêxistina wesayîteka hêzên ewlehiyê birîndar bûye. 2 zarok mirine.
• Di sala 2021ê de 6 kesan ku 4 ji wan zarok bûn di 9 bûyerên cuda de di encama lêxistina wesayîtên asayîşê û saziyên giştî de jiyana xwe ji dest dane; 6 jê zarok 15 kes birîndar bûne.