Walîtîya Batmanê destûr nedaye stana Komîsyona Zimanê Kurdî

28/01/2022

Walîtiya Batmanê, nehiştiye Platforma Zimanê Kurdî ji bo xebatên xwe li bajêr standê deyne. Platforma Zimanê Kurdî di 13ê cotmeha 2021an de li Batmanê nûnertîyek vekirin. Ew ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê yê fermî dixebitin û ji bo xebatên xwe lezgîntir bimeşînin wan nûnertî vekirin. Endamên platformê bi rêxistinên sîvîl ên li bajaran û partîyên sîyasî re civînan pêk tînin ji bo zimanê kurdî. Ji bilî kampanya û xebatên li bajar li ser înternetê jî kampanyayên îmzeyan li dar dixin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê endamên platformê, xwestine li Batmanê ji bo xebtatên kurdî standekî deynin, lê Walîtiya Batmanê destûr nedaye. Walîtîyê daxwaz bi hênceta Covid-19ê red kiriye.

*Ajansa Mezopotamyayê


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Di meha Sibatê de li Şanoya Bajêr a Amedê çi heye?

Weşana paşê

Di 4 salên dawî de herî kêm 18 kesan ji ber wesayîtên zirxkirî jiyana xwe ji dest dane