“Dema mirov zikbirçî bin hûn nikarin bi oldariyê zikê wan têr bikin”

“Dema mirov zikbirçî bin hûn nikarin bi oldariyê zikê wan têr bikin”
“Dema mirov zikbirçî bin hûn nikarin bi oldariyê zikê wan têr bikin”
Beril Caymaz
  • 26 Ocak 2023 10:50

Ensarî Caymaz dema muezînek bû bi rêya hevalekê xwe pê hesiya ku li Efrîqayê pêdivî bi mamostetiya Quranê heye. Di zarokatiyê de yek ji xeyalên wî ew bû ku rojekê biçe Efrîqayê. Wî valîzê xwe hilda û ji Sirûcê çû Efrîqayê. 

Di serî de malbata Ensarî qebûl nekiriye û gotiye “tu yê ji birçîna bimirî, bitalûke ye” lê ew tevî bertêkan dîsa jî çûye.

Sedema çûyîna Ensarî di serî de bi piranî hînkirina quranê bûye û wî 3 salan dersên Quranê daye; paşê  fikiriye ku bêtir dikare çi bike.

Min fêhm kir ku hiyerarşiya hewcedariyên mirovan hene. Dema mirovek zikbirçî be hûn nikarin bi oldariyê zikê wan têr bikin.

Li vir pir hêsan e ku mirov ola xwe biguherîne. Ger ez bîbêjim ‘ez ê ji we re alîkariyê bînim hûn jî ola xwe biguherînin’ her kes dikare biguherîne lê ev ne exlaqî ye.

Tiştê ku Ensarî herî zêde jê acîz bûye û xwestiye bi qasî ku ji destê wî were tune bike ‘Rihê kolêtiyê’ bûye. 

“Erê êdî kes ji van kesan re nabêje kole lê ew kes hîn jî bi wê çanda koletiyê dijîn. Dema ku ez nû hatim Efrîqayê mirovên li vir ji min re digotin ‘boss’ (patron). Ev gotin jî rewşa xemgîn bi kurtî tîne ziman. Li herêma ku lê dijîm min baweriya berê hinekê şikandiye. Êdî dizanin ku ‘kesên spî‘ kesên normal in.”

Tiştê ku Ensarî matmayî bûye ew bûye ku ew kes bi awayekî têne nîşandan.

Pir dişibin kurdan loma ku ez zû adapte bûm.  Nefsbicûk in, tevî hemû tunebûna xwe hewl didin ku mêvandariya xerîban bikin. Li vir sîstema kabîleya heye mîna ‘eşîrî lê qaîdeyên wê tundtir in. ” 

“Dema kurd dizewicin, bi taybetî li bajarê min li Sirûcê, malbata bûkê pir zêran dixwazin û li vir jî bi du ga didin dizewicin.”

Gelek kes hene ku dixwazin alîkariya mirovên li vir bikin û li ser medyaya civakî ji Ensarî re dinivîsin. Bi vî awayî ji bo zarokan gelek proje çêkirine û ew proje yekem in li vir.

“Ev projeyên pêşî gelek şêrîn in: wekî cara yekem di belavkirina hamburgeran de zarokan ji hev cuda tomato, goşt û nan dixwarin. Me bi fêrî xwarinan wa kiribû.”

“Jiyana li gundan pir hêsan e, binesaziya elektrîkê tune ye, mirov ji panelên rojê sûd werdigirin. Roj di navenda jiyana wan de ye. Hema ku roj derdikeve diçin zeviyê. Ji ber ku li zeviyê makîne tune ne mirov bi destên xwe kar dikin. Dema roj diçe ava jiyan disekine her kes vedigere mala xwe.”