Salome Cizrawî: Wext wextê bilezûbeziyê ye

Salome Cizrawî: Wext wextê bilezûbeziyê ye
Salome Cizrawî: Wext wextê bilezûbeziyê ye
Murat Bayram
  • 26 Ocak 2023 09:31
Salome Cizrawî, Hewraman (Wêne: Azad Turan)

Jimara blogên çalak ên kurdî kêm dibin lê yek ji blogên kurdî, bloga Salome Cizrawîyê ji sala 2018ê ve çalak e.

Blog wek malpereka naverok-dewlemend weşana xwe dike. Li ser kêmbûna blog-malperan Cizrawîyê bersiva pirsên Botan Timesê da:

Ez bawer dikim, herkes di nava geremola jiyanê de heliya -wenda bû. Berê hin blogên Kurdî hebûn min ew dixwendin, dişopandin. Aniha deng ji kesî dernayê. Xwezî hejmara wan blogan zêdetir bûyana. 

Ez ji dil ve dixwazim hejmara jinên bloger ên bi kurdî dinivîsin zêde bibin. Ez dixwazim hemû cudahiyên wan û mijarên rengcihê yên ku ew li ser dinivîsin bixwînim û tecrubeyên wan ên takekesî bixwînim.

Salome Cizrawî

Ez ê berdewam kurdî nivîsim

Blog-malpera Salome Cizrawîyê

Ez van deman hewl didim da li ser resimê tiştine bînim pê her welê xwe pêş ve bibim, ez di ber re hem kitêban dixwînim hem jî min dest pê kir, ez li flûtê dixim. 

Herçend ez malbata xwe û cîranan eciz bikim jî, ez hewl didim da ez bikarim lê dim. 

Ez hewl didim kurdiya xwe pêş ve bibim. Carina ez di nivîsên xwe de xeletiyan dikim û hingê hevaline bi awayekî hişk rexneyan li min dikin. Herçend ez xelet binivîsim jî ez dê nivîsandinê berdewam bikim.

Salome Cizrawî

Hînbûn min keyfxweş dike

Salome Cizrawî

Dibe ku ev gotin bi te klasîk were, lê wextê ez tiştekî nû hîn dibim û pêk tînim, hingê ez kêfxweş dibim. Wextê ez ji bo însên yan jî heywên bikêrhatî bim, kêfa min dibe bêdawîn. Ez dikarim bi gelekî tiştên biçûk dilxweş bim. Ji bo xemgînbûnê bi dehan sedem hene. Ez naxwazim li ser vê yekê salûxê bidim. Xwedê dizane ya girîng ew e meriv li hember jînê bizanibe da meriv ê çawa li têbikoşe.

Salome Cizrawî

Xwe pê gihandina zanîn û agahiyê divê mafê herkesî be

Blog hem ji bo nivîsandinê hem jî ji bo beralîkirina parvekirina fikir, tecrube û xebatên şexsî navendeke guncan e. Ji ber ku di vê demê de însan dixwazin berî her tiştî -makale, nivîsên akademîk- xwe bi kurtenotan bigihînin. Wext wextê bilezûbeziyê ye. Ji bo min bi awayekî înteraktîf kitêb parve kirin, nivîsweşandin gelekî hêsan e. Xwe pê gihandina zanîn û agahiyê divê mafê herkesî be.

Salome Cizrawî

Dixwazim li hespa xwe ya kihêl siwar bibim

Berî niha bi çendekê ez bi hevalekî xwe re li ser vê yekê dipeyivîm. Lê çi mixabin ku me hest pê kir em êdî nikarin xeyala vê yekê jî pêk bînin. Şert û mercên heyî bi xwe re hinek problemên civakî-aborî û psîkolojîk tîne, ev yek dibe sedemê realîsttevgerandinê. Lê ez dixwazim rojekê pêş de welatê min ava bibe û ez di nava axa xwe de li mehîna xwe ya kihêl siwar bibim û wê di nava zozanên welatê xwe de bigerînim.

Salome Cizrawî