“Dema Kurdî diaxivîyan xwe bêhtir ewle hîs dikirin”

“Dema Kurdî diaxivîyan xwe bêhtir ewle hîs dikirin”
“Dema Kurdî diaxivîyan xwe bêhtir ewle hîs dikirin”
Qesîm Etmanekî
  • 12 Mart 2023 14:12

Wêne: Xwendekarê beşa rojnamegerîyê Eyûp Ok

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Piştî erdhêj li Mereşê çêbûn, bi hezaran mirovên sivîl ber bi bajarên erdhêjê ve çûn.

Ev mirovên ku ji roja yekêm ve di nav prosesa rizgarkirinê de cih digirin, bi her awayî piştgirîya xwe ji bo mexdûrên erdhêjê nîşan didin.

Rizgarkirina kesên di bin kavilan de mayî, belavkirina kelûpelên xwarinê, cil, çêkirina konan û hwd beşeke sereke yê karê van mirovan e.

Rola Xwendekarên Zanîngehan

Bêguman di vê prosesê de rola xwendakarên zanîngehan hêjayî behskirinê ye.

Ji roja yekêm ve piranîya xwendekarên zanîngehan bi awayekî rêxistinî di nav vê pêvajoyê de cih digirin.

Xwendekar bi rêya partî, saziyên mirovî û rêxistinên xwendekaran re diçin herêmên erdhêjê.

Ew çawa beşdarê alîkarîyê bûn, wan çi cure alîkarî pêşkeşî mexdûrên erdhêjê kirin, em ji bo wan pirsan bi xwendakara Zanîngeha Stenbolê Fatê Polat re axivîn.

Fatê Polat ji bajarê Çewligê ye, li Zanîngeha Stenbolê/Cerrahpaşa Teknîkên Labaratuwariya Medikalî dixwîne. Ew dema erdhêj pêk hatiye li bajarê xwe, bi malbata xwe re bûye. Piştî erdhêjê ji ber hîn karen xwe berê xwe daye Stenbolê û piştre bi hevalên xwe yên zanîngehê re çûye herêmên erdehejê.

Polat bi me dide zanîn ku ew û hevalên xwe bi rêya kordînasyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re, çûn bajarê Semsûrê. Ew li wir 9 roj xebitîne.

Wêne: Eyûp Ok

Xebatên li bajarê konan

Cara ewil em çûne şaxa Komelaya Çanda Elewîyan a Semsûrê. Ji ber ku navenda kordînasyona HDPyê li wir bû. Koma me ya ku ji Stenbolê hatibû ji 18 kesan pêk dihat. Piştre ji ber pêwistîyê, 6 kesan ji me şandin bajarên konan. Me li wir, roja yekem bi hevalên zana re karê îzolsayona konan kir. Rojên din jî dîsa me ji bo dirûstkirina konan kar dikir; ji bo elektrîkê bibin nav konan me rê çêkir, her wiha min û hevalekî xwe nexşe rêya (krokî) qabloyên elektrîkê amade kir, da ku yên dû me dema werin pirsgirêk nekşînin.

Fatê Polat

Rojên din me ji bo cilên qirêj çar makîneyên cil şûştinê anî li bajarê konan; her wiha bo wan makîneyan koneke amade kir û bi awayekî kordîne li wir bikar anî. Êvaran jî me bi dor nobet digirt li ber konan.

Sibehan me bi malbatên erdhejzedeyan re taştê amade dikir, hin hevalên me bi karên paqijiya der û dora konan re eleqeder dibûn, hin ên din bi malbata re diketin têkilîyê û derbarê kêmasîyên wan de, bi wan re dibûn alîkar. Her wiha hevalên mamoste bi zarokan re leyîstokan dileyîstin, çadiran boyax dikirin û pirtûk dixwendin.

Wêne: Fatê Polat

Dayîka ji Kobanîyê û Mihemed û Omer

Yekem car dema ku me konan ziyaret kir,  ji bo ku em him malbatan ji nêz ve nas bikin him jî ger hebe pêwisteyekê wan çareser bikin me dayikekê ji Kobanîyê nas kir. Wê Tirkî nizanibû û bi me re Kurmancî kete têkîlîyê. Ji ber ku ez Kurdekê Kirmanc im, min zêde jê fêm nedikir lê hevalê min ê Wanî bi wê re têkîleyeke baş danî. Pêşî piçekî xwe ji me dûr dikir, şermoke jî bû; lê bere berê dayîkê dît ku em Kurd in bi rihetî bi me re têkilî danî, pêwistiyên xwe û yên malbata xwe ji me re digot.

Du heb zarokên wê yên piçûk hebûn; Mihemed û Omer. Em bi wan re Kurmancî axivîn, wan bi Tirkî jî dizanibû lê xwe bi Kurdî baştir îfade dikirin. Dema ew, li wê bajarê konan bi Kurdî diaxivîyan xwe bêhtir ewle û baştir hîs dikirin. Heta em li wir bûn bi me re xwarin dixwarin, diaxiviyan û dileyîstin.

Dixwazim vê jî bibêjim, piştî çar roj li ser hevdu nasîna min û wê malbata ji Kobanîyê, dayê xwest ku gerdena hevala xwe ya ku çar sal berê dabûyê wê bide min. Helbet vê xwesteka wê dile min gelekî şa kir…