DAIŞê êrîşî Mexmûrê kiriye: 9 Pêşmerge û 3 welatî mirine

DAIŞê êrîşî Mexmûrê kiriye: 9 Pêşmerge û 3 welatî mirine
DAIŞê êrîşî Mexmûrê kiriye: 9 Pêşmerge û 3 welatî mirine
Vahdet Uçar
  • 3 Aralık 2021 07:56

DAIŞê duh li Mexmûrê êrîşî du gundan kiriye. Di encamê de 9 Pêşmerge û 3 welatiyan can dane. Endamên DAIŞê êrîşî gundên Xidirce û Laweriyan ên li herêma Qereçûxa ser navçeya Mexmûrê kirine, di encama êrîşan de 12 kes mirine.

Dİ êrişa DAIŞê ya li ser navçeya Mexmûrê de 9 pêşmerge û 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.  DAIŞê êrişî navçeya Mexmûr a Mûsilê kiriye, di encamê de 9 jê pêşmerge 12 kes mirine. Tê gotin ku 3 ji welatîyên jiyana xwe ji dest dane birayên hev in. Êrişên DAIŞê yên li herêmê di demên dawî de li gelek cihan zêde bû.

Di êrişa 27ê Mijdarê ya li herêma Kuleco ya navçeya Kifrî ya Silêmaniyê de jî 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dabû û 3 jî birîndar bûbûn.

Di êrişa di 29ê Mijdarê de li navçeya Kifriyê pêk hatibû de jî pêşmergeyekê jiyana xwe ji dest dabû û 3 jî birîndar bûbûn.