Parlamentoya Ewropayê piştgirî daye banga RSFyê ya ji bo girtina rojnamegerên li Somalîyê

Parlamentoya Ewropayê piştgirî daye banga RSFyê ya ji bo girtina rojnamegerên li Somalîyê
Parlamentoya Ewropayê piştgirî daye banga RSFyê ya ji bo girtina rojnamegerên li Somalîyê
Vahdet Uçar
  • 2 Aralık 2021 14:05

Di biryara li ser rewşa mafên mirovan a li Somalî de ku duh hatiye qebûlkirin, Parlamentoya Ewropayê banga rawestandina girtina rojnamegeran li Somalî kir ku Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) û hevkarê wê Yekîtiya Neteweyî ya Rojnamegerên Somalî (NUSOJ). Bang zêdetirî salek berê hat weşandin û ji wê demê ve dubare dikin.

Biryar, “êrîşên vê dawiyê yên li ser rojnameger û xebatkarên medyayê şermezar dike” û ” bang li rayedarên Somalî dike ku lêkolînan li ser kuştina hemû rojnamegerên di sala 2021ê bikin û bi lez dawîya vê yekê bînin.”

Her weha “ji Hikûmeta Federal a Somalî û Dewletên endamên wê yên Federal daxwaz dike ku, bêyî ku dereng bimîne wekî ku ji hêla Rojnamegerên Sînornenas û Yekîtiya Neteweyî ya Rojnamevanên Somalî ve hatî pêşniyar kirin, astengkirin û girtina rojnamegeran dema ku erkên xwe yên rojnamegeriyê pêk tînin bê sekinandin.’’

Nûnerê RSFyê yê Afrîkayê Arnaud Froger got; “Serokwezîr di serdana salek berê ya RSFyê de destnîşan kiribû ku dê vê moratoriumê ragihîne lê ev biryar nîşan dide ku hê soz nehatiye bicihanîn.”

 “Rayedar nikarin ji hemû pirsgirêkên ewlehiyê yên mezin ên ku rojnamegerên Somalî bi wan re rû bi rû ne berpirsyar bin, lê îmkana wan heye ku tevbigerin, bi taybetî bi neqanûnîkirina girtinên keyfî û girtina rojnamegeran a her carê tê kirin.”

Li gorî daneyên RSF û NÛSOJê ji serê salê û vir ve herî kêm 19 rojnameger ji ber xebatên xwe bi awayekî keyfî hatine girtin û ketine girtîgehê. Her wiha 2 rojnameger jî ji aliyê komên terorîst ên El-Şebab a girêdayî El Qaîdeyê ve hatin qetilkirin. Herî dawî rêveberê Radyoya Mogadîşû Abdiaziz Mohamud Guled bû, ku di 20ê Mijdarê de li ser cadeyekê li paytexta Somalî ji aliyê xwekujekî bi êlekê teqîner ve hat kuştin.

Somalî di Indeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya sala 2021an de ya RSFyê di nava 180 welatan de di rêza 161emîn de ye.

Çavkanî: RSF