Cilda yekem a Avestayê ji Weşanên Nayê derketiye

Cilda yekem a Avestayê ji Weşanên Nayê derketiye
Cilda yekem a Avestayê ji Weşanên Nayê derketiye
Vahdet Uçar
  • 16 Kasım 2021 13:42

Îndo-cermenîst, îndo-îranolog, avestolog û kurdolog Beyhanî Şahîn piştî 31
salan beşek ji vekolînên xwe yên li ser Avestayê ji bo çapê amade kiriye
Weşanxaneya Nayê cîlda yekem “Avesta 1: Gāthā’yên Zarathuštra” çap kiriye. Ev beşa bi
sernavê AVESTA ji dozdeh (12) cîldan pêk tê.

Peyama Weşanxaneya Nayê di derbarê vê weşanê de ev e:

”Çima Avesta? Çima destnivîsên orîjîn yên Avestayê, çima transkrîpsiyona Avesta’yê û
çima Avesta’ya bi fonta Avestî?

Her tiştê heyî û jiyî di nav tovê xwa da veşartî ye. Jibo ku meriv hişk nebe û runexe,
pêwistiya meriv bi tovên xwe yên destpêkê heye. Tiştê ku jiyanê dike jiyî û jînbar, tovê
destpêkê ye. Milet jî weha ne. Milletên ku xwe di nav tovên xwe da hewandine, ji nav
tovên xwe bişkivîne û pê geş bûne, ewqas bi hêsanî jiyana heyî û dayî ji bîr nakin.

Gāthā û Avesta bingeha çanda Kurd ya herî kevin in, kaniya axa Kurdistanê û
zimanê Kurdî ne, bingeha baweriya Kurdên Elewî, Êzdî û Yarsanan in. Bandora Avesta
û Zarathushtra ya li Kurdistan, Îran, Rojhilata Navîn û Esyeya Dûr ji sînorên hemî
tarîfan derbaz dibe. Hemî dînên mezin yên cîhanê (Tewrat, Încîl û Qoran) di bin
bandora Avesta û Zarathushtrayiyê da mane, bê sînor jê îstîfade kirine, xwe pê ava

kirine.

Me ev cîlda yekem diyarîyî Evdalê Zeynikê kiriye, û em dil dikin her cîldekê diyarî
dengbêjekî/e din yê/ya Kurd bikin. Li gor ragihandina Beyhanî Şahîn: Jixwe
Zarathushtra bi xwa manthrayê (dengbêjê) destpêkê bûye loma jî em bi hêvî ne ku ew
pireya poetîk ya destpêkê dîsan bikare bigêhije xwadiyên xwa yên îro, bigêhije
dengbêjan
.

Em ê wekî Weşanxaneya Nayê di bin beşa “avestolojiyê” da pêşta dest bi weşandina
van vekolînên dîrokî yên dozdeh (12) cîldî bikin. Cara yekem ewê li Kurdistan’ê bingeha
“avestolojiyê” li ser bingeheke zimannasiyî bi awayekî akademîk were daynîn.  B. Şahîn
divêje:Tevî ku li Kurdistan’ê çend wergerrên Avesta û Gāthā’yan hatine çap kirin jî, ti
muhteveyeke wan ya zmannasiyî û akademîk tun e. Ew  werger wekî hewldanên
ezoterîk
in.

Gāϑā’yên Zarathushtra

Di vê cîlda yekem da B. Şahîn bi pêşgotinekê dest pê kiriye û înformesiyonên girîng
yên dîrokî di derbarê Gāthāyan de daye. Di destpêka pêşgotina xwe da dibêje:
Gāthāyên Zarathushtra piçekî dişibin derîyê ku bi sed û yek klîtên sihirkirî hatiye
xwendin. Pê ra hurgilîyên girîng di derbarê Ahuramazdā da dane.

Paşê di bin nivîsa “destpêk”ê da hurgiliyên din yên zimanî û elfebeya Avesta’yê bi
tevî trenskrîpsiyona wan daye. Mesele peyva “gāthā-” kîjan wateyê dide, formên wê yên
kevin di Proto-Arî û Îndo-Ewrupî da çawan bûn, yek bi yek ligorî metodên zimannasiyî
yên fonolojîk zelal kiriye.

Pêra B. Şahîn Gāthā’yên Zarathushtra, ku di avestolojiyê
da lawij/stran û helbestên herî girîng in, rêz kiriye.

Ev vekolîna di cîlda yekem da ji 3 beşan pêk tê:

  1. Destnivîsên orîjîn yên Gāthāyan, ku di sala 1323yan da hatine nivîsîn ango kopye
    kirin, wekî wêne di cîlda yekem da yek bi yek hatine bi cî kirin.
  2. Di beşa duyem da îcarê tevayiya Gāthā’yan bi fonda Avestî hatiye nivîsîn.
  3. Di beşa sêyem da hemî Gāthāyên Zarathushtra yek bi yek hatine trenskrîpte kirin,
    bi tevî nîşeyên zimanî yên girîng.

Piştî ku ew beşên di nav Gāthāyan da rêz dike, paşê her sê lawijên/malikên herî
pîroj yên di nav Gāthāyan da vedibêje. Di dawiyê da belgeya herî kevin ya nivîskî ya ku
tuşî heyama 9. ya piştî mîladê dike û tê da malikeke Avestayê bi elfebeya zimanê Sogdî
hatiye nivîsîn, pêşkeşî me dide.

Cara yekem zimannasekî Kurd bi metodên akademîk yên zimannasiyî Gātāyan û
Avestayê amade dike û pêşkeşî neteweya Kurd dike.

B. Şahîn di berdewamiya nivîsa xwa da ewa dibêje:

Bihayê Avestayê yê wêjeyî, hunerî, çandî, zmanî, felsefî, civakî, huquqî, astronomiyî,
tibbî, dînî, sprîtuwel û dîrokî hew dikare bi tiştekî jiyî û nejiyî ra were pîvîn û muqeyese
kirin.