Lêkolîner û xwendekarên beşa kurdî yên Zaningeha Jagelionianê rewşa penaberên kurd ên li ser sînorê Polonya û Belarûsê protesto kirine

Lêkolîner û xwendekarên beşa kurdî yên Zaningeha Jagelionianê rewşa penaberên kurd ên li ser sînorê Polonya û Belarûsê protesto kirine
Lêkolîner û xwendekarên beşa kurdî yên Zaningeha Jagelionianê rewşa penaberên kurd ên li ser sînorê Polonya û Belarûsê protesto kirine
Vahdet Uçar
  • 16 Kasım 2021 08:24

Lêkolîner û xwendekarên beşa kurdî yên Zaningeha Jagelionianê ji bo ku balê bikişînin ser rewşa penaberên kurd ên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bi 4 zimanan ku kurdî jî di nav wan de û bi 3 zaravayên kurdî manîfestoyek nivîsîne û li ser derîyê beşa kurdî ya zaningehê ve daleqandine. Armanca xwendekar û lêkolînerên Kurd û Polon ew e ku bala mirovan bikişînin li ser vê rewşa awarte ya penaberên li ser sînor in.

Seroka beşa kurdî ya Zaningeha Jagiellonianê Joanna Bochenska ev protesto di hesabê xwe yî facebookê de parve kiriye.

Herweha Bochenskayê ji Botan Timesê re diyar kir ku serokê departmana filolojîyê jì duh (15.11.2021) biryar daye ku departman van nivîsan li ser malpera xwe ya resmî jî belav bike û ji bo vê yekê wan serî li Rektorîyê dane, ji bo parvekirina vê nivîsê li ser malpera fermî ya Zaningehê jî li benda bersiva Rektorî ne.

Bochenskayê li ser rewşa penaberan jî ev yek gotin: ‘’Rewşa mirovan birastî pirr xirab e. Piranîyên wan kurdên îraqê ne, kurdên başûrê Kurdistanê ne. Dilê min pirr dişkê gava ez mirovan li ser sînorê dewleta xwe bi vî şiklî dibînim. Mixabin niha ew weke lîstikekê ne di destên Rûsya û Belarûsyayê de û di sîyaseta mezin a di navbera Rûsya û Ewropa de jî. Loma jî mixabin ez nafikirim ku ev yekê zû were çareserkirin. Sedcar mixabin dewleta min jî baş tevnagere, li gorî min.’’

Peyama xwendekar û lêkolîneran a bi zimanê kurdî, zaravaya kurmancî, wiha ye:

‘’Beşa lêkolînên kurdî ya Zaningeha Yagelionskî û hemû lêkolîner û xwendekarên wê em bangî li hikûmeta Polonî, Yekîtîya Ewropayê, leşkerên li ser sînor û polîsan dikinda ku trajedîya mirovên li ser sînorê Polonya û Belarûsyayê piştguh nekin. Em qebûl nakin ku penaber wek dujmin bên nîşandan an jî wek aletên di destên hêzên din de. Ew penaber mirovên bêhêvî û birçî ne ku daxwaza wan tenê jiyaneka çêtir e, lewma jî qet nikarin weka dijmin bêne dîtin. Herweha ew ne alavên destan in, berî her tişt pêwistîya wan bi av, xwarin,  û cihê xwe parastinê û bi alîkarîya acil heye. Em pirr xemgîn in ku di rewşeka wisa trajîk de kes li ser çareserîya rewşa wan nafikire û tenê behsa pesendên nû yên li ser rejîma Belarûsyayê dikin. Ev şerma mezin e ji bo mirovên ewropî û ew beşa dîroka Polonî ku armanca wê parastina rûmeta mirovî bû.’’

Wêne: Joanna Bochenska
Wêne: Joanna Bochenska