“Cihê nefret û kişkirinê li Almanyayê nîne”

17/01/2023

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser axiftina parlamenterekê Tirkiyeyê nerazîbûna xwe diyar kiriye.

Bi vê wesîleyê me bi awayekê zelal diyar kir ku ji bo kampanyayên biyanîyan ên hilbijartinê divê destûr ji me bê standin. Heger siyasîyên tirk guh nedin qaîdeyên karkirinê em ê mecbûr bin li ser encaman nirxandinên xwe bikin.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê

Parlementerê Partîya Dad û Pêşvebirînê (AKP) Newşehîrê Mustafa Acıkgoz li Almanyayê di civînekê de dîyar kîriye ku ew ê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) û endamen rêxîstîna Fetullah Gulen a ku wek “FETO” bî nav tê nasîn bê tune bikin.

Li gorî nûçeyên DW Tirkî, Açikgoz şîret li Tirkên li Almanyayê kîr ku bila hişyar bin.

Çawa ku me mafê jiyana li Tirkîyeyê ne daye wan em ê lî Elmanyayê jî wan nas nekîn. Rêxîstînên terorê yên bî navê PKK û FETO ji ku derê dinyayê birevin jî em ê wan biqedînin.

Mustafa Acıkgoz

https://twitter.com/kulmustafa77_ac/status/1613936332144873474?s=20&t=IBU6Ptdh5gfbglg4C-KnFA

Wekilê berê ya Parlementa Ewropayê, siyasetmendara Elman Rebecca Harms li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got:

Rast e ku giliyê sûc bê kirin. Ez hêvî dikim ku lêpirsîn bê vekirin.

Harmsê, di peyama xwe ya Twitterê de Midûriyeta Polîsan a Nordrhein-Westfalen jî etîket kir.

Axaftîna Mustafa Açikgoz lî ser medyaya civakî cîh girt û bertek hatin. Hin bîkarhênerên medyaya civakî dîyar kirin ku dê der barê Açikgoz de serlêdana sûc bikin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Kurdish media monitoring – 16.01.2023

Weşana paşê

CHPê û HDPê bersivdan Bahçelî

Te hay ji vê heye?

Ocalanî ji Ocalanî re gotiye: “Ew hêz û qeweta min a teorîk û pratîk heye”

Ömer Ocalan peyama Abdullah Öcalan bo

Ömer Öcalan çûye seredana Abdullah Öcalan

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer

KURTEPIRS: Şîraz Baran

Heke te nameyek ji xwedê ra

‘Ölürüm Türkiyem’ û ez dê kurdî jî jê bibim!

Gelo, ma govend sûc e? Gelo,