Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Chalak Events li stenbolê Şeva Cadûyan li dar dixe

29/10/2021

Chalak Events wê îşev bi çalakîyeka din li pêş we ye: Şeva Cadûyan a Kurdî (Kurdish Halloween Night) 

Chalak Events platformeke serbixwe ye ku ji bo kesên ku bi çand û hunera Kurdî re eleqedar dibin li hev kom bike çalakiyên çand û hunerî organîze dike. Chalak Events li Stenbolê ji hêla hin ciwanên kurd ve hate avakirin ji ber vê yekê jî herî zêde li wir çalak e û herî zêde li Stenbolê çalakî têne li dar xistin. 

Chalak Events wê îşev bi çalakîyeka din li pêş we ye: Şeva Cadûyan a Kurdî (Kurdish Halloween Night) 

Chalak Eventsê di hesabên xwe yên medyaya civakî de ragihandiye ku ew ê îşev partyekî/çalakîyekî li dar bixin. Wiha ragihandin ku ew ê mêhvan vê Şeva Cadûyan de 

pêşiyê guh bidin dengê stranbêj û lîstikvan Sîdar Ferîd, paşê dê stand-up a lîstikvan Resul Bafeyî temaşe bikin, piştî wê rapbêjê hêja Reqso dê bi stranên xwe yên rapê şevê geş bike. Piştî navberekê dê bi dorê guhdariya stranên stranbêj Mem ê Alan û Seyidxan Sevînc bikin. Dawîya şevê jî dê guh bidin performansa zindî ya DJ Radio Erivan Edit, kilamên radyoya Erîvanê dê bi tarzekî etnîc û elektronîk li ber guhên mêhvanan be.

Her weha Chalakê ragihandiye ku dê makyaja şevê dê bêpere be û mecbûrîyeta cil û bergan tune ye.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan