Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Çavdêriya li medyaya Kurdî 29.01.2023

29/01/2023

“DAIŞ çi tê ber, ya dîşewîtine yan jî bi çekan dikuje”

“Rojekê em disa çûbûn zêvîyê. Me dît ku ji nişka ve dengên topa hat. Li alîyê malê me dûman radibû. Hinekan bang dikir û digot ‘Daîşê çi tê ber ya dîşewîtine yan jî bi çekan dikuje” 

Jineka ji Kobanîyê bi van gotinan behsa demên xwe yên dawîyê yên li bajarê xwe kir.

Bi sedan malbat, di sala 2014an de ji şerê Kobaniyê reviyane û xwe li Sirûcê girtine. 

Jina ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Botan Timesê re got ka ew ‘çawa ji şer rêviya ye.’

Botan Times

Li Îranê bangên ji bo beşdariya nerazîbûnên giştî

Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kirin, di roja 133’yemîn de berdewam dikin.

Duh komek çalakvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang li her kesê kirin da ku di 30-31’ê Çile û 1’ê Sibatê de dakevin kolanan û nerazîbûnên giştî lidarbixin. Li gorî malperên medyaya dijîtal, bang li her kesê tê kirin da ku di nava wan 3 rojan de dakevin kolana û xwepêşandanan bikin.

Xwebûn

Di sala 2022yan de herî zêde ji Tirkiyeyê serî li DMMEyê dane

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daneyên dozan ên sala 2022yan aşkere kirine.

Li gorî van daneyan, di sala 2022yan de herî zêde ji Tirkiyeyê serîla DMMEyê dane ku rêjeya wê 26,9 e.

bîanet Kurdî

Juriya Pêşbaziya Neteweyî û Pêşbaziya Seyfi Teoman diyar bû

42’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê endamên Pêşbaziya Fîlmên Metrajdirêj a Neteweyî û endamên Pêşbaziya Seyfi Teoman a Fîlmê Yekem eşkera kir.

Dîyarname

Meriv çawa porê hişk biparêze?

Ma hûn ji bo lênêrîna porê hişk pêdiviyan dizanin? Pêdivî ye ku hûn porê xwe baş derman bikin da ku maskên lênêrînê yên ku hûn paşê lê dikin dê encamê bidin.

Çandname

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan