“DAIŞ çi tê ber, ya dîşewîtine yan jî bi çekan dikuje” 

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Rojekê em disa çûbûn zêvîyê. Me dît ku ji nişka ve dengên topa hat. Li alîyê malê me dûman radibû. Hinekan bang dikir û digot ‘Daîşê çi tê ber ya dîşewîtine yan jî bi çekan dikuje’ 

Jineka ji Kobanîyê bi van gotinan behsa demên xwe yên dawîyê yên li bajarê xwe kir.

Bi sedan malbat, di sala 2014an de ji şerê Kobaniyê reviyane û xwe li Sirûcê girtine. 

Jineka nexwest navê xwe eşkere bike ji Botan Timesê re got ka ew ‘çawa ji şer rêviya ye.’

Ew jin bi 5 zarokên xwe re di taxên kevn ên Sirûcê, xaniyekê bi hewşeka pîçûk û di du odeyan de dijî.

Navberên me û şerî bi qasî 10 km hebû. Em êdî dengên top û çekan radibûn û rûdiniştin. Em hînê şerî bibûn. Êvar dibû me ronahî ya malê digirt lê bi tirs bûn.

Ez pêxas reviyam

Me kuncî çandibû, ew qas pir bû ku me 40 roja çandinî kirîbû. Ez û zarokên xwe sibê heta êvarî bi cilê gemarî nav kuncîyan bûn.

“Em li zevîya kuncîyan bûn. Bi hatina DAIŞê, min pêxas zarokên xwe girt û erebeyê siwar kir. Ne cil ne pêlav tiştekî me tune bû bi tenê ew cilên gemarî dûr ve ketin”

Gotin sînorê Tirkiyeyê vekirî ye her kes  derbas dibe. Min li vir malê bavê xwe jî dît. Eskeran pêl têlê kir em derbas bûn. 

Em bi şîn û girî veqetîyan

Xelkê Kobanîyê yên ji ber DAIŞê reviyane û hatine; Sirûcê

Zilamekê me erebeyê xwe siwar kirin. Em çûne gundekî Sirûcê lê ew jî nezikê Kobanî bû. Em çend rojan li wir man. Paşê em çûn navbera Riha û Sirûcê kampekê bi cih bûn.

6 salan ez û zarokên xwe li wir bûn, wexta kamp rakirin em bi şîn û girî veqetîyan. 

Kesî min ê bişixule tune bû. Min dest bi şixulê kir. Zarîyên min niha diçin mektebê, ez jî diçim karê zêvîyê dikim. Em pembû, sîr û pîvazan berhev dikin. Ez ji xwe re di vê qulikê de dewra xwe dikim. 

Nivîskar/rojnameger

Beril Caymaz
Edîtor û nûçegihana Botan Timesê ye. Li Zanîngeha Selçûkê beşa rojnamegeriyê xwendiye. Ji bo Journo, Gazete MLSA, Botan International, PodcastKurdî, Rojnameya 9 Eylulê, Rojnameya 24 Saatê wek rojnamegera serbixwe kar kiriye.