Botan International wê bi hevkarîya RSFyê li Amedê Kargeha Pêşkêşkarîyê pêk bîne

Botan International wê bi hevkarîya RSFyê li Amedê Kargeha Pêşkêşkarîyê pêk bîne
Botan International wê bi hevkarîya RSFyê li Amedê Kargeha Pêşkêşkarîyê pêk bîne
Vahdet Uçar
  • 21 Ocak 2022 09:27

Botan International wê bi hevkarîya RSFyê li Amedê Kargeha Pêşkêşkarîyê pêk bîne. Ziman û perwerdeya kargehê dê bi kurdî be û rojekê dewam bike. Heta 26ê Çileyê, roja çarşemê hûn dikarin serî lê bidin.

Kargeha ku dê Botan International li Amedê li dar bixe 29ê Çileyê roja Şemîyê ye û rojek e. Dersdarê Kargehê rojnameger û pêşkêşkarê Waar TVyê Mehdî Mutlu ye.

Mehdî Mutlu bi salan e di gelek qenalên kurdî de kare pêşkêşkarîyê dike. Dê di kargehê de jî behsa tecrûbeyên xwe, teknîka karî û rê û rêbazan bike.

Di Kargehê de wê derse pêşkêşkarîyê were dayîn.

Rojnamegerên li Amed û bajarên derdora wê yên di medyaya berbelav de kar dikin, yên bêkar hatine hiştin, xwendekarên beşên rojnamegerî, radyo û televizyonê yên fakulteyên ragihandinê, rêxistinên mafparêziyê û her kesên ku dixwazin vî karî bikin, dikarin serî lê bidin.

*Kargeh Beleş e.

** Heqê rê û yê cihê mayînê yê beşdarên ji derveyê Amedê tên nayê dayîn.

Ji bo forma serlêdanê, bitikîne.

Serlêdan wê heta saet 17:00ê 26ê Çileyê, roja çarşemê werin qebûlkirin. Heger pirsên we hebin han dikarin têkilîyê bi me re deyin û pirsen xwe bikin:

Berpirsa têkilîyên digel beşdaran: Vahdet Uçar – [email protected]
Berpirs: Murat Bayram – [email protected]

Belge û anîmasyonçêker: Semiha Yildiz

Şêwirmend:
Pispora meteryalên perwerdekirina kurdîyê, As. Prof. Zuzan Barwarî

Şêwirmend:
Pispora Zayenda Civakî, Dr. Isabel Kaser

Şêwirmend:

Pispora zimanê Ingilîzî, Veen Sulaivany

www.botaninternational.com

www.botantimes.com

Ofîsa Diyarbekirê:

Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 1. Sokak, Nuyap Center Office, Kat: 2, No: 13