Operasyona Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê bû sedema bilindbûna nirxê petrolê. Ji sala 2014an û vir de cara ewil Petrola Brent derket 100 dolarî.

Operasyona leşkerî ya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Ukraynayê ji ber fikarên dabînkirinê di nirxê petrolê de bû sedema tevgereka ber bi jor ve. Petrola Brent ji sala 2014an vir ve cara ewil derket 100 dolarî. Piştî vê biryara Pûtîn, li Londonê di warên dahatûya Brentê de ji sedî 3 zêdebûnek çêbû.

Ji aliyê din ve borseyên Asyayê bi kêmbûneka ji %î 2-3 dest bi rojê kirin. Li herêmê ji ber zêdebûna rageşiyê li bazaran kêmbûn heye.

Çavkanî: Rûdaw*

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!