Wekîla Serokê Koma Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş ji hesabê xwe yê Twitterê parvekirina hevokên ji romanan didomîne.
Beştaşê, ku di rojên borî de du caran hevokên George Orwell nivîsîbûn, vê carê jî gotineke Zulfu Lîvanelî nivîsî.
”Edaleta bê hêz neçar e, hêza bê edalet jî zalim e” nivîsî Beştaşê û li binê vê hevokê navê Zulfu Lîvanelî danî.
Nivîskar, derhêner, senarîst û sîyasetvan Zulfu Lîvanelî bi fikrên xwe yên çepgir tê naskirin.
Ev hevoka Beştaşê nivîsîye di romana Lîvanelî de, ku nav Serenad e, derbaz dibe.
Sîyasetvana HDPyî Beştaş di rojên borî de ji 1984 û Çewliga Heywanan ya George Orwell hevok weşandibûn.
Piştî Hilbijartinên Herêmî: Yên Serkeftî û têkçûyî26/04/202416:12 Botan International dê 5 kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne26/04/202413:29 Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan26/04/202413:00 Dudilîya Dijminê Sêyem û Likumîna Bîyokemalîzmê26/04/202412:26 Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04