Berga sêyêm a hemû dîwanên Helbestvan Abdulla Peşêwî ku di bin sernavê Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê da hatîye komkirin, ji aliyê Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin.
Berga sêyem ji her sê dîwanên Paşewî yên bi navê Berew Zerdeperr (Ber bi Zertavê), Pirêskey ‘Aşiqêkî Zigmak (Boxçika Aşiqekî Zikmak) û Dîwanî Birakujîyê (Dîwana Birakujîyê) pêk tê.
Di helbestên vê bergê da ji bilî evîn û kurdayetîyê xwendevan dê rastî xema kûr a Peşêwî bên ku li hember pîrî, mirin û rewşa xirab a netewe û welatî derdibire. Ji ber vê me guncaw zanî ku navê vê bergê bibe Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê.
Di sala 1946an de li Hewlêrê ji dayik bûye. Li heman bajarî Enstîtuya Mamostetiyê xwendiye. Di sala 1970yan da bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Bexdayê. Di 1973yan da çûye Yekîtiya Sovyetê. Di 1979an da pileya masterê wergirtiye. Di sala 1984an da jî pileya doktorayê wergirt. Paşê pênc salan, li Libyayê li Zanîngeha Zankoya El-Fatihê ders dane. Ji 1995an ve, Helbesta xwe ya pêşî di sala 1963yan da di rojnameya Hewlêrê da weşandiye û dîwana xwe ya pêşî jî di sala 1967’an de li Kerkûkê daye çapkirin. Heta niha deh dîwanên wî yên esasî hatine çapkirin û niha jî li Fînlandayê dijî.
Piştî Hilbijartinên Herêmî: Yên Serkeftî û têkçûyî26/04/202416:12 Botan International dê 5 kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne26/04/202413:29 Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan26/04/202413:00 Dudilîya Dijminê Sêyem û Likumîna Bîyokemalîzmê26/04/202412:26 Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04