BBC û TGSyê li hev kirin, greva xebatkarên BBCyê îro bi dawî bû

29/01/2022

Di muzakereyên kolektîf ên di navbera BBC û Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) de ku rojnamevanên bi girêbestên herêmî yên li buroya Stenbolê ya saziyê tên birêxistinkirin de, lihevkirinek pêk hat. Di encama lihevkirinê de greva li buroya Stenbolê bi dawî bû.

Xebatkarên Buroya Stenbolê ya BBC Tirkî û BBC û Navenda Nûçeyan a Servîsa Cîhanê ya BBC 15 roj berê dest bi grevê kiribûn û diyar kiribûn ku li Tirkiyeyê pêşniyara zêdekirina mûçeyê patronên BBCyê di bin asta enflasyonê de ye.

TGSyê ragihand ku bi peymana kolektîf a nû ya ku hatiye îmzekirin, mûçeyên xebatkarên xwe yên salane ji sedî 32 zêde kirine, sîgortaya tenduristiyê ya taybet a malbatan jî zêde kiriye. Arîkarîya xwarina nîvro brût 60TL, arîkarîya tendûrîstiya çavan û berçavkê jî salane wek 1200TL hatiye diyarkirin.

Weşana berê

Malpera Yeni Yaşam Gazetesi hatiye astengkirin

Weşana paşê

Nûveen Barwarî: Cil û bergên kurdî hem strana evînê ye û hem jî strana protestoyê ye

Te hay ji vê heye?