Em di vê bernameyê de bûne mêhvanên Kargeha Deqan, DeqArtê. Avakara DeqArtê Fatê jineka Dêrikî ye, wê bi meraqa xwe ya li ser deqan xwe hînî çêkirina deqan kiriye û paşê jî li Diyarbekirê di cîyekî biçûk de Kargehek vekiriye û li vir deqan ji kesên dixwazin re çêdike.
Fatê di vê beşê de behsa deqan, di çand û dîroka kurdan de deq cîyekî çawa digrin û di jiyana wê de deq cîyekî çawa digrin kir. Behsa çîroka xwe û vekirina kargeha xwe kir ji me re.