Di roja yekem a sala nû de zam hatiye ser bûhayê elektrîk, gaza xwezayî û sotemenîyê.

Welatî serê sibeya sala nû de çavên xwe li zaman vekirin. Ji sedî 36,20 zam li bac, ceza û xercan hate kirin, baca wesayîtên bi motor (MTV) ji sedî 25, baca emlakê jî ji sedî 18,10 zêde kirine.

Di saetên dawîn ên sala 2021ê de bûhayê ceyran, gaza xwezayî, baca piran, benzîn, mazot û LPGyê jî hatine zêdekirin.

Sendîkaya Karsazên Îstasyonên Îqmala Gaz, Sotemenî û Enerjiyê ragihandiye ku benzîn, motorîn û LPG hatine zemkirin. Benzîn bi bihayê 61 qurîşan, mazot bi bihayê lîreyek û 29 qurişan û gaza ji bo wesayîtan jî bi bihayê 78 qurişan hatin zemkirin.