“Hin kes tên bi 20 lîreyan qiymeyê dixwazin”

Li Tirkîyeyê her çiqas di medyayê da rojeva sereke hilbijartin be jî ya xelkê ne bi wî rengî ye.

Xelk niha ketiye ber derdê ziktêrkirinê.

Li welêt bûhayê goştî derketiye 250 lîreyan. 

Qesab ji alîyeke ve biêş in, xelk ji alîyekê ve.

Qesabekê li Amedê dibêje, “Hin kes tên bi 20 lîreyan qiymeyê dixwazin. Dema ez dikim terazîyê, ez fedî dikim ku yê zêde jê derbixînim. Bûhayê goştî yê niha zerera me jî dernaxîne.”

“Tenê di Cejna Qurbanê da em rûyê goştî dibînin”

Jina bi navê Rojda, xwedî du zarokan e .

Mala wê ya li Baglerê  ji ber erdhêjê zerer lê çêbûye, ew jî hatiyê mala xwesîya xwe. 

Hevserê wê jî li bazara sebzeyan hemalîyê dike.

Dema em bûhayê goştî jê re dibêjin şaş û mat dimîne.

Ew dibêje, “Em tew naçin qesaban ku ez bûhayê goşt bizanibim. Em bi zorê zikê xwe têr dikin. Weleh tenê di Cejna Qurbanê da em rûyê goşt dibînin ewqas. Ji bilî wê bi destê me nakeve.” 

Rojda

“Berê me mirîşk dikirî niha ew jî nayê kirîn”

Qedîryeya ku hevserê wê bi mûçeya herî kêm dixebite jî ji bûhayî goştî bi gazinc e.

Ew jî dibêje: “Berê me mirîşk dikirî niha em nekarin wê jî bigrin. Ez dibêjim heta mirişkek bikirim lazımiyeka zarokan bigrim.”

“3-4 malbat em tên gel hev û pezeke dikirin”

Li ser bûhabûna goştê sor xelkê jî ji xwe ra çareke din dîtîye.

Hin kes ji gund pez dikirin û di nava çend malbatan da wê parî dikin.

Dikandar Emer jî ji wan yek e. 

Wî dîyar kir ku ew  ji qeseban goşt nakirin 3-4 malbat li hev kom dibin û ji gund pezeke dikirin.

Emer dîyar dike ku bi vî awayî betîr bi erzanî tê ji wan re.

Li Pîranê gundê me heye. Em ji gundîyan pezek dixwazin û ew jî ji me re serjêdikin û tînin. 

Pişre em ji di nava çend malbatên xwe de wê parve dikin.

Emer

Li gor daneyên Turk Îşê di meha Adarê da sînorê birçîbûnê bûye 9 hezar û 591 lîre.

Sînorê xizaniyê jî bûye 31 hezar û 241 lîre.

Lê li bajarên Bakurê Kurdistanê gelek kes di bin vê sînorê da dijîn.