Kovara derûnnasîyê Psychology Kurdî bi hejmareka nû bi dosyaya “derûnnasîya klînîkî û erdhej”derketiye.
Edîtoryaya kovarê dibêje;
“Herçiqasî dosyeya vê hejmara me ya nû “derûnnasiya klînîkî” jî be me xwest giraniyê bidin nivîsên derbarê erdhejê jî da ku bi van nivîsên girîng em bo wan kesên mexdûr bibin alîkar.”
Di hejmara 16an ya kovarê da nivîskar bi nivîsên xwe yên li ser erdhêjê û tesîrên wan cih digrin.
Nivîskarên hejmara 16an wiha ne:
Jan İlhan Kizilhan: Trawma û Karesat
Azad Dildar: Alîkariya Pêşîn a Derûnî
Gulperi Gunduz: Erdhej û Xebata Civakî
Mesut Umar: Trawmaya Erdhejê
Sehra Aksu: Zarok û Trawma
Yusuf Atabay: Qonaxa Berî Zimên di Derûnnasiya Klînîkî de:
Qonaxa Pêş-Odîpal
Erdoğan Özmen: Erdhej û Trawma: An Polîtîka an Psîkolojî
Aydin Rengîn: Hevpeyvîn bi Okan Taycan re
Psychology Kurdî, yekem kovara Derûnnasî ya bi Kurdî ye û di sala 2016an da dest bi weşanê kiriye.
Kovar çar mehan carê tê weşandin. Kovar di nav rûpelên xwe de; nûçe, gotar, hevpeyvîn û nivîsên ku li ser derûnnasî û tenduristîyê hatine amadekirin, diweşîne. Di her hejmara xwe da bal dikişîne li ser mijarên cuda, girîng û watedar.
Piştî Hilbijartinên Herêmî: Yên Serkeftî û têkçûyî26/04/202416:12 Botan International dê 5 kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne26/04/202413:29 Li Stenbolê şeva rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan26/04/202413:00 Dudilîya Dijminê Sêyem û Likumîna Bîyokemalîzmê26/04/202412:26 Akademîsyen Şehmus Kurt dê li ser ‘Perwerde û Hînkirina Kurdî li Tirkîyeyê’ biaxive25/04/202416:04