NYyê eşkere kir: 700 hezar kes malên xwe terikandine

NYyê eşkere kir: 700 hezar kes malên xwe terikandine
NYyê eşkere kir: 700 hezar kes malên xwe terikandine
Botan Times
  • 10 Mayıs 2023 06:42

Li Sûdanê ji 15ê Nîsanê vir ve şer û pevçûnên di navbera artêşa dewletê û Hêzên Piştgir ên Bilez (HDK) da rû dane berdewam e. 

Ji ber pevçûnan hejmara  kesên ku malên xwe diterikînin 700 hezaran derbas kiriye.

Neteweyê Yekbûyî (NY) ji ber hejmara zêde hişyarîyê li alîyan dike.

Li bajêr hin tax û bajarok bi tevahî vala bûne.

Li paytext Hartumê ku 5,4 milyon nûfusa wê hebû û yek ji bajarê herî aram yê welêt bû niha ji ber pevçûnan wêran bûye.

Çi bûbû?

Li Sûdanê di sala 2019an da xwenîşandanên girseyî dest pê kiribûn û di encamê da Serokkomarê wê demê Omer El Beşîrî bi derbeya leşkerî ji kar hajîtibû girtin.

Serokkomarê ku bi darbeya leşkerî hatibû ser kar piştî 30 salan dîsa bi darbeya leşkerî ji kar hatibû girtin.

Him artêş û him jî Hêzên Piştgirîya Bilez di wî karî da rol girtibûn.

Ji sala 2019an vir ve hewldanên ji bo avakirina hikûmeta demkî ji berdewam dikin.