Sezgîn Tanrikûlû, Parlamenterê Stenbolê yê Partiya Gel a Komarî(CHP) têkildarî “Dersên ziman yên bijarte û hejmara xwendekarên ku ev dersana hilbijartiye” pirsnameyek peşkeş kiribû. Wezareta Perwerdeya Netewî pirsname bersivandiye.

Tanrikûlû di 2ê Sibata 2022an de pirsname peşkeş kiribû. Mahmût Ozer, Wezîrê Perwerdeyê pirsname bersivandiye û aşkere kiriye ku di qonaxa perwerdehiyê ya 2021-2022an de 20 hezar û 265 xwendekaran weke dersa bijarte şêwezarên kurmancî û zazakî/kurmanckî hilbijartine. 

*BianetKurdî

Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!