Instaşair, di helbestê de gazinokî ne ji mirovan, ji dinyayê û ji xwe hin caran. Yek ji sedemên ku helbestên wan zêde tên hezkirin jî ev e bi min, her kes bi şiklekî aciz e ji dinyayê û li hevok û îfadeyên sivik digerin ku halê wan di derbekê de vegêrin. Tew dîmenên xemnak jî pê re hebin çêtir xweş dibe. Dîmen ewçend giring e ku ji bo wan, Rupi Kaur di pirtûkên xwe de jî illustrasyon û wêneyan bi kar tîne ku gelekî li helbestê tên.
***
Deh panzde salên dawî, di warê teknolojiyên dîjîtal de pêşketinên gelek mezin çêbûn ku tesîra xwe li gelek qadên jiyana şexsî û civakî kirin. Gelek elimînên me serûbino bûn ewil, lê di demeke nedirêj de me karî em xwe adapteyî rewşa nû bikin û li gor wê çalakiyên xwe yên mirovî dîzayn bikin, teşe û naverokeke nêzî ya berê bidinê. Pratîk û meylên me yên xwendin û nivîsandinê jî pê re guherîn. Bo nimune berê xwendina metnên dirêj zêde zehmet nebû lê niha ji ber ku em hinekî bi dilxwazî ketine nav lepên torên dîjîtal ku axlebe li ser dîmenan e, nikarin zû kontsanreyî karên derî vê cîhanê bibin. Gava çavê me ji ekranê dûr dikeve wekî refleks destê me û hişê me diçe wê derê. Dest telefonê dipelîne, mejî arûzeya navçûna wê cîhanê ku ji bilî geryaneke bêçine kêm tişt lê hene. Ev dibe sedem bala me ji hev bikeve, xwendin û motîvasyona me qut bibe. Tê bîra min, heta sê çar sal berê jî min dikarî metnên dirêj xweş bixwînim bêyî ku bala min ji hev bikeve, xera bibe.
Niha tevî ku hê jî kurmê xwendinê min dixwin, kêm caran sebra min li xwendina metnên wiha tê. Ew jî bi zor û heft bela. Lewma heta ji min tê bêyî ku navbereke dirêj têxim navbera xwendinên xwe, her car wekî şagirtekî ji sifirê dest bi xwendinê bike, çavên xwe li metnên sivik û tenik digerînim ku bi carekê re hem bala min zeft bike hem jî zû biqedînim. Caran ev wekî stratejiyeke bêçine tê bo min, diwestim. Wekî di mînaka min de dixuyê, çawa ku elimînên me yên xwendinê guherîn an jî zorê dide xwe ku xwe biparêze wisa jî awayê nivîsandina me jî guherî/diguhere. Wekî ku caran li civat û nivîsan behsa wê tê kirin, di romanê de ji aliyekî ve dirêjahiya romanan guherî û meyla nû ew e ku roman kurt bin û di carekê de werin xwendin. Li aliyê din ji hêla naverokê ve jî bala nivîskaran zêdetir çû ser şexsê wan bixwe û romanên eger ji sedî sed biyografîk nebin jî, di tahma biyografiyê de tên nivîsîn. Her wiha girêdayî derfet û belkî mecburiyetên vê serdemê, em dibînin roman online û carna bi xwîneran re bi awayekî înteraktîf tên nivîsîn.
Romanên populer, yên science-fiction û yên fantastîk ecêb di rewacê de ne ku hêj bi xwendina çend rupelên ewil, xwîneran bo heta rupela dawî qanih dikin [1]. Di van demên dawî de hevkariya wan bi sînemayê re jî xurt bûye û bi pereyên mezin fîlm û rêzefîlm tên kişandin. Ji loma, ji aliyekî ve endustriya sînemayê jî tesîreke wiha li nivîskaran dike ku romanên zêdetir xwe dispêrin diyalog û bûyeran û sahneyên sînematografîk binivîsîn. Helbet li kêleka vana, romanên em bêjin tradîsyonel yên edebî dîsa tên nivîsîn, xwendin û mezintirîn xelatên navneteweyî yên edebiyatê axlebe xelatê dide yên başên wan ku ev her nivîskarî teşwîq dike. Di romanê de ev wisa ye hinekî, lê helbest?
Em hemû kes, gava mijar dibe helbest gelek caran ji derdora xwe dibihîzin ku pirtûkên helbestan têra xwe nayên firotin û nayên xwendin. Gava em derbarê kêmfrotina wan de wiha dibêjin, hejmareke çawa di hişê me de ye ez bi xwe nizanim. Yanî kitêbeke helbestên kurdî çiqas were firotin dê baş be? Her çapek em bêjin 1000 pirtûk be, pirtûkek eger di salekê de du çapan bike, bi min dê baş be li gor piyaseya kurdî lê belê helbet ne wisa ye û çend pirtûkên kurdî, janya, keştiya bayê filan ne tê de pirtûkên me kêm caran çapa duyem dikin. Sedemên vê diyar in helbet naxwazim li ser vê biaxivim. Li cîhanê jî kêm zêde rewşa helbestê û gazindên nefirotina pirtûkên helbestê bi heman şiklî ne. Lê belê şairên mezin hebûn ku hem pirtûkên wan bi tîrajên zêde çap dibûn hem jî civînên wan ên helbestan bi beşdariya hezaran kesan çêdibûn. Ev belkî îstîstana bin. Axir, bi serdema dîjîtal re taybet li welatên îngîlîzîaxêv, xasma li emerîka, îngîltere û hindistanê hindek şair derketin ku helbestên xwe axlebe li ser torên civakî yên wekî Instagram, twitter, pinterest û facebookê belav dikin. Ji bo yên ewil, di îngîlîzî de peyva instapoet anku instaşair/helbestkar ji bo berhemên wan jî instapoetry yanî instahelbest/şi’r hat çêkirin.
Instahelbest axlebe helbestên kurt in ku gelek caran rengê aforîzmayan didin û li bin wêneyên eleqedarî helbestê ne, an jî pê re di nav ahengekê de ne, tên parvekirin. Hinde caran jî helbest rasterast wekî wêne tê parvekirin, anku nivîs bi fontên guncav li ser wêneyê tê bicihkirin. Bêguman ev ne cureyeka helbesta dîtbarî ye ku em hînî wê bûne û di kurdî de jî M. Zahir Kayan mînakên wê yên baş dide. Lê belê ji ber ku li ser torên civakî tên hilberîn û belavkirin, bo balkişandinê bi wî şiklî tên parvekirin.
Instaşairên navdar yên wekî Nikita Gill, Rupi Kaur, Atticus û yên din ligel sed hezaran şopînerên xwe yên li ser van platforman, bi pirtûkên xwe yên bi hezaran tên çapkirin û firotin jî balkêş dixuyên. Ji van Rupi Kaur bo tirkî jî hatiye wergerandin ku heman eleqeyê kêm zêde di tirkî de jî dibîne [2]. Pirtûkên van şa’iran li welatê xwe, di nav yên ku herî zêde tên firotin de dixuyên. Helbestên wan pirê caran zêde hestiyar û narratîv in. Zêde guh li aheng û formê nakin. Dixwazim vê bibêjim, eger kesek rabe risteyên wan ên li binê hev hatine rêzkirin, xera bike û wek pexşanê li kêleka hev dayine, dê tiştek ji wan kêm an zêde nebe. Belkî halê wan yê pexşanî çav û dilên xwîneran veke ku ew bi rastî ne helbestên ewçend serkeftî ne. Her wiha bi dîtina min, bi zanetî xwe ji hêma û îfadeyên balkêş jî dûr digrin. Hal û hestên xwe yên rojane rasterast nebe jî bi analojî û teswîrên balkêş li pey hev rêz dikin. Loma eger peyamek, referansek tê de hebe jî gelekî eşkere ye û zû tê fêmkirin. Ev dibe sedem ku kiryarên wan jî zû wan hildin û belav bikin. Çiku mirovê serdema dîjîtal hîn bûye serpilkî be, her tişt, hest serpilkî werin qalkirin. Cih ji ponijîn û têfikirînê re nîne, bixwîne, hestyar bibe û te bivê, belav bike tu jî.
Instaşair, di helbestê de gazinokî ne ji mirovan, ji dinyayê û ji xwe hin caran. Yek ji sedemên ku helbestên wan zêde tên hezkirin jî ev e bi min, her kes bi şiklekî aciz e ji dinyayê û li hevok û îfadeyên sivik digerin ku halê wan di derbekê de vegêrin. Tew dîmenên xemnak jî pê re hebin çêtir xweş dibe. Dîmen ewçend giring e ku ji bo wan, Rupi Kaur di pirtûkên xwe de jî illustrasyon û wêneyan bi kar tîne ku gelekî li helbestê tên.
Di kurdî de hîn instaşairên me nînin, lê belê beriya wê li nav kurdan birrek şair li ser facebookê gehîştin, helbestên xwe yên ewil li wan deran parve kirin û li ser rupelên xwe rasterast teweccuh dîtin. Occo Mahabad yek ji wan şairên ewil bû ku helbestên wî hem li ser facebookê wekî capsan û wêneyan hatin belavkirin hem jî di vîdeoyên bo muzîkên kurdî hatibûn çêkirin de, hatin belavkirin. Heta demekî nêzîk jî helbestên Occo Mahabad di nav xwînerên ku li pey xwendina helbestên mezin in, cihê tinaz û henekan bû, lê li aliyê din, ew helbest li ba wan kesan ku cara pêşî çav bi tîpên kurdî diketin û hêdî hêdî fêrî xwendina kurdî dibûn, helbestên gelek bilind bûn û hêjayî hemû pesn û parvekirinan bûn. Her du qismên xwendekaran jî bi şiklekî, li ser medyaya civakî populerîteya Mahabadî zêdekirin. Lê belê wekî di mînaka instaşairên îngîlîzî de çêbû, pirtûkên faceşairê kurd, Occo Mahabad bi tîrajên mezin nehatin firotin. Ew bi wan dewlemend jî nebû helbet. Helbestên wî di heman demê li ser pinterest, instagram û twitterê tên belavkirin. Çêdibe ku bi hezaran kurd cara ewil bi risteyên Occo Mahabad hînî xwendina zimanê xwe bibin, ji vê hêlê ve eger helbesta wî tevkariyek baş li helbesta kurdî nekiribe jî bûye alîkar ku ciwan û navsereyên hezkirên zimanê xwe ne, bêhemdî xwe bi xêra helbestên wî bibin xwînerên derengbişkivî yên kurdî.
Azad Penaber herçend kurd be û helbestên xwe li dor temayên bindestî, têkoşerî û hestên kurdewarî binivîse jî helbestên wî axlebe bi tirkî ne. Herwekî mînakên şairên îngîlîz, Penaber hem li ser instagramê gelekî çalak e, gelekî tê hezkirin û belavkirin hem jî pirtûkên wî zêde tên firotin. Weşandina pirtûkên wî ji hêla weşanxaneya Darayê ve nîşaneya vê yekê ye ku Dara hewl dide weşanxaneyek baş û muteber be di qada xwe de. Heta demekî dirêj, belkî niha jî, bestsellerên Darayê, Azad Penaber bû. Penaber wisa dizanim ev demek e bi kurdî jî helbestan dinivîse û helbestên xwe yên li qalibê instahelbestên îngîlîzî tên, bi dîmenan li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav dike. Belê, berovajî yên biyanî, dîmenên ku ew bi kar tîne axlebe jinên bedew yên cil û bergên kurdî li wan e pêk tên ku axlebê wan kurd in.
Di helbestên instaşairên îngîlîzî de mijarên sereke wekî min li jor eşkere kir, acizî û gazinên ji jiyanê, zehmetiyên jiyanê, qencî, xerabî, lêpirsînên li ser hebûnê ne. Belê yên kurdî wisa dixuyê bi giranî ji halên ebedî yên problemên kurdînî û evînê pêk tên. Têkildarî halên kurdîniyê caran wêneyên pêşmerge û gerîllayên kurd an jî wêneyên karesatên kurdan, yên serokên wan ligel helbestan tên belavkirin. Bo yên mijara wan evîn e jî bi heman şiklî jinên xweşik yên kurd, bi cil û bergên wan. Van her du mijaran bi şiklên cuda di helbestan de cih girtine û her ji ber vê yekê di nav kurdan de deng dane û deng didin. Li ser facebook, instagram, pinterest û mecrayên din gelek şairên din hene ku bi kurdî helbestan lê dikin, xemên xwe û me dirêjin, diqîrin hene. Wisa dixuyê yek ji xema sereke ya şairan hişyarkirina kurdan e bi rêya helbestan. Ev mîsyonek e zêde tecrubekirî ye bi helbestê û di mînaka Cegerxwîn de em dikarin bibêjin gihîştiye miradê xwe jî.
Ez bi xwe ligel wê yekê me ku bi vî şiklî be jî nivîsîn û xwendina kurdî xurttir bibe, zêdetir were belavkirin. Belê di heman demê de pêdiviya me şairên din jî heye ku xema wan ye sereke bi ristina helbestên baş, bilindkirina kurdî ye. Heta ku pê hey bibe ruhê Xanî û Nalî, lazim e hinek kes bedewiyê kûr bikolin.
Têbînî û Çavkanî
[1] Tim Parks, Ben Buradan Okuyorum, Metis, 2021, r.29-33.
[2] Sermeselê pirtûka wê ya ku bi navê “süt ve bal” (şîr û hingivîn) li tirkî hatiye wergerandin li malpera kitapyurduyê tenê nêzî 9 hezarî hatiye firotin û li bin wê bi dehan şirove hatiye nivîsîn.
sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.