Weşanxaneya Avestayê îcar jî kovareke fotografîyê derdixe

Weşanxaneya Avestayê îcar jî kovareke fotografîyê derdixe
Weşanxaneya Avestayê îcar jî kovareke fotografîyê derdixe
Botan Times
  • 17 Aralık 2022 08:17

Weşanxaneya Avestayê ragihand ku kovareke nîvsalene ya fotografîyê Sûretgraf dê di sersalê de dest bi weşanê bike.

Edîtorê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn ji Twitterê dîyar kir ku Sûretgraf bi insiyatîfa grubek gênc derdikeve.

Keskin got ku berî çendakê ew bi wan gêncan re peyivîye û di sûretê wan de heyecanên wî yên 30 salên berê hebûne.

‘’Min nikaribû ji wan re bêjim na! Em tenê barê wan piçekî sivik dikin. Insiyatîfek tamamen serbixwe ye. Ev hevkariyeke baş e’’ Keskin nivîsî.

Li ser van gotinên Keskîn, Kovara Sûretgraf bi bersîvekê twîtî bo sebr, bawerî û hevkarîya wî malavayîya wî kir.

Weşanxaneya Avesta di salên dawî de xêncî kitaban kovarên spesîfîk derdixe.

Wê weşanxaneyê, berî Sûretgrafê, kovara rexne û teorîyê Zarema û Psychology Kurdî derxistibûn.

Zarema û Psychology Kurdî piştî çend hejmaranên xwe yên serbixwe bi etîketa Weşanxaneya Avestayê derketin, lê Sûregraf ji hejmara xwe ya pêşî ve li wê weşanxaneyê ye.