Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Suleymanî: Bo milet roja Şemîyê dakeve qadan êrîş roja Înê çêbû

25/12/2022

Sîyasetvanê Partîya Kurdistanî (PAKURD) Simon Suleymanî ji Twitterê çavdêrîyên xwe yên ser Parîsê nivîsîn.

Suleymanî dîyar kir ku êrîş bi îstixbarata kûr ya bloka şerqî li dar ketiye û got ku ewên li xeta Moskow, Enqere û Tehranê asê mane dixwazin di ser Kurdan re kaosê bibin nav Ewrupayê.

Wî îdia kir ku êrîş bo xelk roja Şemîyê dakevin qadan roja Înê çêbûye û derbarê şideta di protestoyan de jî dîyar kir ku hin alîyan ew bi qestî daye çêkirin.

Ser meqamên Fransayî, Suleymanî got ku ‘’jber ku em mafdar in, milet û medyayê bi temamî helwestên destekda nîşan dan’’ û dîyar kir ku jiber ku Kurd ev du car in Parîsê têne qetilkirin berpirsên Fransayî mehcûb in.

Suleymanî di dawîya çavderîyên xwe de bang li Kurdan kir ku li şûna çalakîyên li qadan berê xwe bidin xurtkirina peywendîyên dîplomatîk û bo xeta Amed-Parîsê rûpeleke nû vekin.

Ajansên navneteweyî yên wek AFP û Reutersê ji protestoyên Kurdan yên dijî êrîşa çekdarî bal kişandin ser şidetê.

Di serî de France 24 medyaya Fransayê protestoyên Kurdan wek şidet û zordestî nîşan dan.

Dîmenên li sosyal medyayê raber dikin hin kesên di destên wan de al û flamayên Kurdan hene erebeyan teqle dikin û caman dişkînin. 

Foto: Twitter/SimonSuleymani

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan