Partîyên piçûk serketîyên hilbijartinên Stenbolê ne

Partîyên piçûk serketîyên hilbijartinên Stenbolê ne
Partîyên piçûk serketîyên hilbijartinên Stenbolê ne
Qesîm Etmanekî
  • 15 Mayıs 2023 12:09

Li Tirkîyeyê hilbijartinên serokkomarî û parlementerîyê bi dawî bûn.

Dema ku em bala xwe bidin encamên nefermî, tê dîtin ku Tifaqa Cumhurê hem di hilbijartinên serokkomarîyê hem jî hilbijartinên parlementerîyê da bi serketî ye.

Lêbelê di hilbijartinên serokkomarîyê da tu namzetek ji sedî 50yê derbas nekiriye.

Ev jî tê wateya ku dê piştî 15 rojan cara dûyem ji bo hilbijartina serokkomarîyê sindoq dê bên danîn.

Li Stenbolê çi bû?

Li gor daneyên Ajansa Anadoluyê li Stenbolê di hilbijartinan serokkomarîyê da, ji sedî 100ê sindoqan vebûne. Tifaqa Miletî ji sedî 48,55, Tifaqa Cumhurê ji sedî 46,69 û Tifaqa Atayê jî sedî 4,51 deng bi dest xistiye.

Her wiha di hilbijartinên parlementerîyê da Tifaqa Cumhurê ji sedî 46,00, Tifaqa Miletî jî ji sedî 36,71 û Tifaqa Ked û Azadîyê jî ji sedî 12,20 deng bi dest xistiye.

Wêne: SS ji malpera Sozcûyê

Parlementerên ku tifaqan bi dest xistine wiha ne;

Tifaqa Cumhurê
AKP: 40
MHP: 5
YRP: 3

Tifaqa Miletî
CHP: 31
IYI: 8

Tifaqa Ked û Azadîyê
YSP: 8
TIP: 3

Biryara TîPê zerereke mezin li tifaqê da!

Ev danê eşkere dikin ku Tifaqa Ked û Azadîyê ji ber beşdarnebûna di nav yek lîsteyê da, herî kêm 3 parlementer bi dest nexistine.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku Partîya Karkerên Tirkîyeyê xwestibû bi navê xwe têkeve hilbijartinê.

Xuya ye ku ev biryara wan zerer daye Tifaqa Ked û Azadîyê.

Demeke dirêj bû ku ev helwesta wan ji hin rayedarên HDPyê û him jî ji alîyê dengdêrên wê partîyê ve dihate rexnekirin. Encamên hilbijartinê jî van rexneyan pesend kirin.

Hevjîna Tahir Elçi bû parlamentera CHPyê

Her wiha li Stenbolê hevjîna serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçi, Turkan Elçîyê ji lîsteya CHPyê bû parlementer.

Turkan Elçi ji herêma 3yemîn a hilbijartinên Stenbolê de, bû parlementera CHPyê.

Serokê HUDA-PARê Yapicioglu bû parlementer

Di vê hilbijartinê da HUDA-PARê di bin banê Tifaqa Cumhurê da beşdarê hilbijartinan bûbû.

Serokê HUDA-PARê Zekerîa Yapicioglu jî li Stenbolê li herêma 3emîn ji lîsteyên AKPyê ve ketibû hilbijartinan.

Yapicioglu wekî parlementer hate hilbijartin û dê partîya xwe bi sê hevalên xwe ra li parlementoyê temsîl bike.

Partîyên piçûk serketîyê hilbijartinên Stenbolê ne

Diyar e ku di hilbijartinên parlementerîyê da, yên serketî partîyên piçûk in ku di bin banê tifaqan da bi cih bûne.

Partîya Karkerên Tirkîyeyê, Partîya Nû a Refahê, Partîya Saadetê, Partîya Pêşerojê, Partîya DEVAyê û HUDA-PARê serketî yê hilbijartinên Stenbolê ne.

Çavkanî: AA, Sozcu TV