Zanista niha li dinyayê hukim dike ne zanisteke “rast” e. Ev zanist ji bo bextewariya mirovan xizmetê nake û dinyayê ber bi talûkeyeke mezin ve dibe. Feyerabend, zanista pozîtîvîst, wek zanista yekane û zanista herî baş qebûl nake û ji ber van sedeman, dibêje divê em guh bidin zanistên din. Gelo ji bo vê veguherînê wextê me heye? Gelo em ê karibin bi zanisteke nû, dinyayê ber bi başiyê ve biguherînin? Zanist zane!
***
Şerê Cîhanê yê Duyemîn, ji gelek aliyan ve, bandoreke mezin li ser cîhanê kir. Bajarên mezin bi bombebaranan hatin xerabkirin, bi milyonan mirov hatin kuştin û gelek bûyerên din… Destpêk û pêvajoya şerî, têra xwe bi êş û giran bû. Lê bûyera ku di 1945an de qewimî, bi mezinbûn û tirsnakiya xwe, hemû pêvajoya şerî li aliyekî hîşt û mohra xwe ya reş li dîroka mirovahiyê xist. Di rojên 6 û 8ê Tebaxa 1945an de, Amerîka bi du bombeyên atomê, êrîşî bajarên Hiroşima û Nagazakiyê kir. Li her du bajaran bi sed hezaran mirov mirin û ev bûyer dawî li Şerê Cîhanê yê Duyemîn anî.
Ev êrîşa Amerîkayê, ne êrîşeke jirêzê bû. Bi hêz û mezinbûna xwe, di dinyayê de rûpeleke nû vekir. Lê mixabin ev ne rûpeleke paqij bû. Bombeya atomê, ji bo hêza zanist û teknolojiyê bû semboleke girîng û tirseke mezin li cîhanê belav kir: Bi hêza zanistê, di nav çend xulekan de, bajarên mezin û bi milyonan insan, dikarin bên tunekirin! Zanist, bi bombeya atomê, bi rûyekî din derket pêşberî mirovan. Mirovan dît ku ew tofan û qiyametên di pirtûkên pîroz de tên qalkirin, zanist bi tena serê xwe dikare bi cîh bîne. Zanista ku ji bo jiyana mirovan hêsantir bike, mekîneyên nû îcad dikirin, bi hêza xwe êdî dikaribû hemû jiyanê ji holê rake. Francis Bacon, bi gotina xwe ya “zanîn, hêz e”, gelo qala hêzeke bi vî şiklî dikir? Piştî hêza tunekirina zanistê rûyê xwe nîşan da, di hişê mirovan de, li ser zanistê pirseke nû ava bû: “Ma zanist, ne ji bo bextewariya mirovan bû?”
Gelo zanist, bi rastî jî bo bextewariya mirovan dixebite? Bi xebatên xwe, me ber bi bextewariyê ve dibe an jiyana me hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve dibe? Her cara ku zanist gavekê bi pêş ve diçe, bi hilberîneke nû derdikeve pêşberî me, ev her du pirs di hişê me de olan didin. Bi taybetî di sedsala 20an de, li ser zanistê gelek xebatên girîng hatin kirin û di zanistê de pêşketinên mezin çêbûn. Em dikarin bêjin ku di dîroka mirovahiyê de, hilberînên zanistê yên sedsala 20an, hilberînên bi hezaran salên berî xwe, li du xwe hiştiye. Di her qadên jiyanê de çi tenduristî, çi perwerde, çi ragihandin di gelek qadên jiyanê de, teknolojî bûye perçeyeke jiyana me û roj bo rojê qada xwe berfirehtir dike. Zanist, bi van pêşketin û hilberînan, ji aliyê zihnî ve jî bandorekê li ser me çêdike û baweriya me ya bo zanistê her diçe zêdetir dibe. Êdî ji bo rastî û şaşiya tiştekî, em zanistê wek krîtereke girîng qebûl dikin. Ji bo em rastiya zanînekê qebûl bikin, em dipirsin: “Gelo ev tişt, zanistî ye?” Gava tiştekî zanistî be, em bê pirs û sual, bi dilekî rehet, rastiya wê qebûl dikin. Li vir, divê em viya bipirsin: Ev bawerî û qebûla me ya li ser zanistê ji ku tê? Gelo bi rastî jî, her tiştên “zanistî” tiştên rast in?
Fîlozofê sedsala 20an Paul Karl Feyerabend (1924-1994), li ser van pirsan sekiniye û li ser hêz û rastiya Zanista Rojavayê ( Zanista Pozîtîvîst) lêpirsînên gelek girîng kirine. Feyerabend, bi van lêpirsînan dixwaze em ji aliyekî din ve li Zanista Rojavayê binêrin û li ser wê bifikirin. Di nav nêrînên Feyerabend de, em rexneyên gelek mezin li ser zanista pozîtîvîst dibînin ku em dikarin bêjin bi Feyerabend re, Zanista Rojavayê, cara ewilî ji aliyê fîlozofekî rojavayî ve ewqas hatiye rexnekirin.
Feyerabend di serî de rastiya zanista pozîtîvîst qebûl nake. Li gor Feyerabend, zanista pozîtîvîst, xebatên xwe li gor rêbazekê dimeşîne û vê rêbazê ji bo rastiyê wek krîterekî qebûl dike. Ev rêbaza zanistî, di Sedsala 19an de ji aliyê Fîlozofên Derdora Viyanayê ve hatiye avakirin û di xebatên zanista pozîtîvîst de, wek rêbaza sereke hatiye qebûlkirin. Feyerabend, rêbaza zanistê, li ber pêşketina zanistê û dîroka mirovahiyê, wek astengeke mezin dibîne. Çimkî zanista pozîtîvîst, rastî û şaşiya xebatan, tenê li gor rêbazekê diyar dike û xebatên ku bi rêbazên din hatine kirin, wek derzanistî qebûl dike. Li gor Feyerabend, ev rêbaz û bikaranîna rêbazeke bitenê, ne li gor xwezaya zanistê ye. Qadeke wek zanistê ku xwe li ser pêşketin û nûjeniyê ava kiribe, çawa dikare xwe bi rêbazekê tenê sînor bike? Li gor Feyerabend ev rêbaz him rê li ber pêşketina zanistê digire, him jî nahêle xebat û rêbazên din derkevin pêş û xwe îfade bikin. Loma Feyerabend, rêbaza zanista pozîtîvîst, wek rêbazeke antîdemokrat bi nav dike. Û ev rêbaz, bi yekdengiya xwe, rê li ber civakeke azad digre û nahêle dengê xebatên cuda bilind bibin. Li gor Feyerabend, di civakeke azad de, her xebat, her çand û her rêbaz dikare xwe îfade bike û divê zanist girêdayî rêbazeke tenê nebe. Ev nêrînên Feyerabend ku li ser redkirina rêbaza pozîtîvîst hatine ava kirin, bi navê “Anarşîzma Epîstemolojîk” di felsefeyê de cîh girtiye û rê li ber nîqaşên nû vekiriye.
Li ser vê mijarê, Feyerabend, tibba Çînê mînak dide. Li gor Feyerabend, tibba Çînê ya bingeha xwe ji çand û kevneşopiya Çînê digre, bi hezaran salan e, li ser nexweşiyan, tedawiyên gelek baş dimeşîne. Lê ji ber ku ev tedawî, ne li gor rêbaza zanista pozîtîvîst in, ji aliyê Zanista Rojavayê ve tim biçûk tê dîtin û gelek caran jî bi sextekarî û şarlataniyê ve tên sûcdarkirin. Li gor Feyerabend, tedawiyên li Çînê tên kirin, bi taybetmendiyeke din jî derdikevin pêş. Ev tedawî, li gor tedawiyên Zanista Rojavayê, zêdetir rêz û hurmetê dide mirovan û laşê mirovan. Di tedawiya nexweşiyan de, ji bo zerar û xisarê nedin organên din, li hemberî laşê mirovan bi rêz û hurmet tevdigere. Yanî hest û nêzîkbûyîna insanî zêdetir derdixe pêş. Lê ji ber ku ne ji çanda Ewropayê ye, ji aliyê Zanista Rojavayê tu car nehatiye qebûlkirin.
Feyerabend, li ser rastiya zanistê jî disekine. Li gor Feyerabend, zanista ku niha li dinyayê hukim dike, Zanista Ewropayê ye. Zanista Ewropayê, xwe wek zanîna herî rast li dinyayê daye qebûlkirin. Gelo bi rastî jî, Zanista Ewropayê, ji ber ku zanîna herî rast e li dinyayê belav bûye? Feyerabend rastiya Zanista Ewropayê qebûl nake û belavbûna Zanista Ewropayê (zanista pozîtîvîst) bi sedemeke din ve rave dike. Li gor Feyerabend, Zanista Ewropayê, ji ber ku zanista herî rast e li dinyayê belav nebûye. Ji ber ku hêza leşkerî û hêza aborî di destê Rojava de ye, dewletên Ewropayê, zanista xwe li dinyayê belav kirine û “bi zorê” bi dinyayê dane qebûlkirin. Ev qebûlkirin, gihiştiye asteke ewqas bilind ku, gava li ber tişteke îbareya “zanistî” hebe, em bê pirs û sûal qebûl dikin û em dibêjin “ev baş e, ev rast e!”. Ev mezinbûn û pîrozbahiya ku li zanista pozîtîvîst hatine barkirin, li gor Feyerabend dişibe hêza kîlîseya Serdema Navîn. Di Serdema Navîn de, Dêra Katolîk, bi zorê, xwe wek hêzeke mezin û pîroz dabû qebûlkirin û kesên nêrînên kîlîseyê qebûl nedikirin dihatin aforozkirin û hetta dihatin şewitandin. Li gor Feyerabend, zanista pozîtîvîst jî îro wek Dêra Katolîk xwe wek hêzeke “pîroz” daye qebûlkirin û kesên ku ji rastiyên wî bawer nekin wek mirovên kevneperest û paşverû tên binavkirin. Ev şibandina Feyerabend, li hemberî afirînerî û nûjeniya zanistê, rexneyeke xurt di nav xwe dihewîne. Li gor Feyerabend, zanista pozîtîvîst, êdî wek dînekî dogmatîk tevdigere. Çawa ku, gotinên pirtûkên pîroz, ji aliyê murîdê wan ve, bê pirs û nîqaş tên qebûlkirin, zanîn û xebatên zanistê jî ji aliyê zanistperestan wisa tên qebûlkirin.
Feyerabend bi van nêrînên xwe dixwaze nîşan bide ku, zanista niha li dinyayê hukim dike ne zanisteke “rast” e. Ev zanist ji bo bextewariya mirovan xizmetê nake û dinyayê ber bi talûkeyeke mezin ve dibe. Feyerabend, zanista pozîtîvîst, wek zanista yekane û zanista herî baş qebûl nake û ji ber van sedeman, dibêje divê em guh bidin zanistên din. Gelo ji bo vê veguherînê wextê me heye? Gelo em ê karibin bi zanisteke nû, dinyayê ber bi başiyê ve biguherînin? Zanist zane!